Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, diyar kir ko Rûsya dixwaze Şoreşê û Şoreşgeran têke pêşberî du bijarteyan, an mercên Esed li danûstandinên Cinêvê bipejirînin û dest ji damezirandina Desteya Desthilatdariya veguhêz li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 berdin, an jî ew ê bombebarana û wêrankirina bajaran berdewam bike, û hemû navendên rêjeyên giştî û yên bijîşkî wêran bike.
Di daxuyaniyeke taybet de, îro duşembê, Nêrebiyê bal kêşand ser serjimarên der barê qurbaniyên bombebarana rêjîma Esed di deh rojên çûyî de derketine didin xuyakirin ko kirdeyeke tawankarî rêbazkirî li dijî bajarê Helebê bi kar tîne, dako operasiyona siyasî ji kok ve hilweşîne
Peymangeha Sûrî ya dadiyê, navê 270 şehîdî, yên li bajarê Helebê ji encama bombebarana rêjîma Esed û Rûsya di meha nîsana derbasbûyî de, ji nav wan 51 zarok û 28 Jin û 5 kadirên berevaniya sivîl û 7 bijîşk û kadirên bijîşkî belgeh kirine.
Peymangeha Sûrî destnîşan kir ko firokên perwane 270 bermîlên teqîner avêtine, û 907 mûşekên asman-zemîn ji firokên cengê berdane, hem jî 5 mûşekên zemîn-zemîn yên dûravêj berdane û 63 mûşekên zemîn- zemîn yê nêzavêj berdane û 36 bombeyên goşî û mûşekek guman lê dibe ko heyberên kîmawî têde bûn berdane.
Peymangeha Sûrî diyar kir ko 517 herêmên niştecihan amanc kirine, û 3 herêmên pîşesazî û 240 herêmên çandinê û 13 herêmên şûnwarên kevnare hem jî 6 nexweşxane û dibistanek û 4 perestgeh û 3 bazarên gelêrî û 4 navendên sivîlî û 19 Rêyên giştî û du navendên berevaniya sivîl û firnak amanc kirine.
Jêder: Hevbendî