Duhî yekşemê, nexweşxaneya “Biyotî” ya meydanî, ku ji aliyê rêxistina “pizîşkên bêsînor” tê çavdêrîkirin li bajarokê kifrniha li gundewarê rojavayê Helebê, ji aliyê firokên şer yên rêjîma Esed hat bombebarankirin, ku têde sê ambulans hatin şewitandin û hin ziyan li avahiya wê bûn.
û bergiriya sivîl di daxuyaniyeke xwe de got, ku “firokên şer derdora navenda bajarê Atarib, bi mûşekên deng bombebaran kirin”, bê ketina hêç ziyanên giyanî, têzanîn ku ev cara diwem e navand bi vî şêweyî tête bombebarankirin.
Hêjayê gotinê ye ku firokên şer di 27’ê nîsana bûrî de, nexweşxaneya “Elqudis” li taxa Elsikirî li bajarê Helebê ku ewjî ser bi rêxistina “pizîşkên bêsînor” e bombebaran kiribû, û bû egerê kuştina 50 kesî, di çarçovê oparisyonên esmanî de ji aliyê firokên şer yên Rûsiya û rêjîmê li ser taxên bajêr, her ji 20’ê nîsana 2016an ve.
Ev bombebarankirin hatin piştî standina biryara 2286an ji aliyê encûmena ewlekariyê bi tevaya dengan, ya ku tekest dike li ser parastina sivîlan û navendên çavdêriya saxlemiyê di dema pevçûnên çekdarî de, ku ev yek hat di miyanê civîneke berfireh de, roja 3’ê gulana îsal, derbarê parastina sivîlan û navendên saxlemiyê di şer û milmilaneyên çekdarî de.
Ji aliyê xwe ve, Sikirtêrê NY Bankî Mon, da zanîn ku rawestina bermîlên teqîner û agirê topxaneyan li esmanê Helebê, tiştek gelek giringe ji bona rihakirina giyanan û ji bona rastgoya pirosêsa siyasî.
Herwiha amaje kir ku pizîşkan li Sûriyê ji bona mafên mirov zêdetir ji 360 êrîşî li ser nêzîkî 250 navendên pizîşkî belge kirine, ku di wan de zêdetir ji 730 karmendên pizîşkî hatine kuştin, û xuya kir ku niha nêzîkî nîvên navendên pizîşkî di Sûriyê de hatine girtin yan bi şêweykî netimam kar dikin.
Jêder: Hevbendî + Wekalat