Rêveberiya perwerdeyê li parêzgeha Hesekê biryar da ku şagirtên ku ezmûnên xwe ne li dibistanên di bin kontirola wê de pêşkêş bikin ewê di pola xwe de têkbiçin.
Ev Biryar tenê di deheqê şagirtên kurd deye ji ber ku dibistanên wan ji hêla rêveberiya Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD têne bi rêvebirin û programên xwendinê ji hêla wan ve hatibûn guhertin.
Rêveberiya PYD jî rê li ber şagirtên kurd di beşdarbûna ezmûnan de li Qamişlo û Hesekê digire
Li bajarokê Çilaxa mamoste Mehemûd Diyab di dema ku hewil dide ku şagirtan ji bo dibistanên Hikûmetê veguhêze ji hêla hêzên PYD hate binçavkirin li gor ku nûçegihanê me ragihand.
Berzan Qiço ku bavê du şagirtan e ji malpera me re ragihand ku ew di navbera biryarên hikumetê û yên rêveberiya PYD de bêçare mane.
Qiço berdewam kir û got” li parêzgeha me ne buhabûn û kirîzên aborî bi tenê pirisgirêkên mezin in lê ya giring paşeroja zarokên meye ku di navbera hikûmet û PYD de têkdiçe” .
Jêder: Hevbendî