Artêşa Tirk rê nade cotkaran ku werzê çandiniya xwe li erdên nêzî sînor li bajarê Qamişlo biçinin.
Cotkaran ji malpera mere gotin ku cendirmeyên Tirk nahêlin tu kes li ser dûrbûna 60 mitr, nêzî sînor bibe, û bi taybet devera ku dîwar lê danîne.
Xoşman Mihemed yek ji cotkarên derdora bajarê Qamişlo ye û zeviyên wî li nêzî sînor dikevin ji peyamnêrê me re diyar kir ku dema çinîna Kemûn û Nîskan hatiye lê cendirmeyên Tirk rê nadin wan ku dest bi çinînê bikin.
Mihemed berdewam kir û got” min gelek hewildanên danûstendinê li gel cendirman kirin, lê tev bê encam bûn û têkdiçûn, û gefa kuştinê jî li min dikirin.
Tê zanîn ku çotkarên devera Qamişlo li hember vê kirîzê neçar mane, û tu riyên hewar û gilî li pêşiya wan tunene.
Jêder: Hevbendî