Encûmena Ewlekariya Navdewletî hêrisa xwe diyar kir “li hember êrîşên vê dawîyê yên sivîlan û cihê wan li Sûriyê armanc dikin, di nav wan de êrîşên li navendên pizîşkî û êrîşên bêseruber”, û tekez kir ku ” ev kiryar digehêjin asta tawanên şer”.
Ev yek duhî roja pêncşemê di daxuyaniyekê de hat ji aliyê serokê encûmena asayîşa navdewletî, û têde hat ku “endamên encûmenê pir bihêrs û nîgeran in li hember binpêkirina rêkeftina Agirbesta Karên Dijminkarî ya ligor biryardana biryara encûmenê ya 2268”.
Ku duhî roja pêncşemê, hêzên Esed dubare bi bombebarankirina gundên Tirkumenên gundewarê Laziqê bi topxaneyên girin rabûn, û çendîn narincok li nêzîk kampa koçberan li gundê ” Elymadiyê” yê li ser sînorê Tirkiyê ketin.
Herwiha di heftiya bûrî de û di êrîşên firokên Esed de li ser kampa “Kemûnê” li gundewarê Idlibê zêdetir ji 30 sivîlan, jin û zarok jî di nav wan de hebûn, di çendîn êrîşên esmanî de şehîd ketin, û bûn sedema şewtandina xîvetên penaberan.
Herwiha Encûmena Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de cext li ser “giringiya rêzgirtina hemû aliyên pêwendîdar bi erk û pabendiyên xwe ligor yasa navdewletî, û bi taybetî erkê cudakirina sivîlan ji çekdaran, û qedexekirina êrîşên tewşegerî û êrîşên li dijî sivîlan û armancên sivîl”.
Encûmena ewlekariyê bal kişand li ser berpirsyaretiya rêjîma Esed ya sereke di armanckirina sivîlan de, û daxwaza cêbicêkirina bilez ji tevaya ” fermanên biryarên encûmena ewlekariyê yên girêdayî bi rewşa Sûriyê kir, û tevî biryarên 2139(2013), 2165(2014), û 2258(2015), herwiha biryara 2286(2016) ya girêdayî bi çavdêriya saxlemî di milmilane û hevrikiyên çekdarî de.
Hêjayê gotinê ye, ku Tora Sûriyê Ya Mafên Mirov, bêhtir ji 559 binpêkirinên bi bermîlên teqîner yên ji aliyê rêjîma Esed ve di heyva nîsana 2016 an de hatine avêtin dîkoment kirine, herwiha bi sedema oparisyon û komelkujiyên bi destê hêzên Esed, û bi sedan kes hatine şehîdkirin, û bi pişikdariya Rûsiya 23 komelkujî di nîsanê de hatine pêkanîn, û herwiha tora navhatî kuştina 26 girtiyan dibin eşkence û lêdanê de di girtîgehên Esed de belge kirine.
Jêder: Hevbendî + wekalat