Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, dibîne ko nehiştina Hêzên Esed ji derbasbûna karwanên mirovî re ji bo bajarê Dareyya û amanckirina sivîlan “tawankariyeke cengê ya bi mebest e” û ev tekez dike ko rêjîm ne jidil tê danûstandinan.
Nêrebiyê di daxuyaniyeke taybet de got; gerek Encûmena Ewlekariyê çareyine din ji bo parastina sivîlan bibîne û rê li ber piştguhkirina Esed ji operasiyona siyasî re bigire.
Bêtir got: “mana berdewam li benda ku esed ji ber xwe ve erê bike, der barê pabendiya bi vekirina dorpêçê an rawestandina kuştin û bombebaranê nayê pejirandin , gerek viyaneke navdewletî ya rastîn hebe ko tawankariya wî rawestîne û sivîlan ji zêdegaviyên wî yên berdewam rizgar bike.”
Encûmena xwecihî ya bajarê Dareyya di daxuyaniyekê de diyar kir ko Komîta Navdewletî ya Xaça sor, Nexweşxana meydanî roja çarşembê 11.Gulanê.2016an agahdar kir, ku nêta wê heye alîkariyên derman ji bo bajarê dorpêçkirî di roja pêncşemê 12 Gulanê de piştî erêkirina rêjîmê derbas bike, bê ko alîkariyên xwarinê derbas bikin, tenê derman û vaksîn û Şîrê zarokan wê derbas bibin.
Encûmenê destnîşan kir ko xelk roja pêncşembê sibehê li benda karwanê alîkariyan li hev kom bûn û veqetandina xwarinê ji alîkariyan pirotesto kirin, gava karwanê alîkariyê yê ko endamên Netewên Yekbûyî û komîta navdewletî ya Xaça Sor digel bûn û rêkxistina Erebî Sûrî ya Heyva Sor li dora demjimêr yekê piştî nîvro gihiştin sînorê bajarê Dareyya, rêbenda Firqa Çaran nêzîkî febrîka Ayis Man ew ji bo lêgerînê rawestandin û yê Efserê rêjîmê nehişt şîrê zarokan û derman derbas bibin, tenê vaksîn derbas kirin.
Encûmenê got ku tîma çavdêr ya berpirsiyar rijd bû li ser derbasbûna karwan bi temamî , û danûstandin navbera wan çend demjimêran ma, lê bê encamp, û paşî karwan dora demjimêr 6 û çarîkeke êvarî vegeriya Şamê bê ko ti alîkarî derbas bibin.
Encûmenê diyar kir ko hêzên Esed cihê xelk lê kom bibûn bi mûşekên hawinê bombebaran kir, û di encamê de du kes (kur û bavek) şehîd ketin, û pênc kesên din birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî