Mistefa Misto endamê Encumana Niştimanî Kurdî ji mere ragihand ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat li bajarê Kobanê di revandina zarokan de ji bo çekdarkirina wan berdewam in û di demên dawê de bêtir bûye.
Misto koçberî bi diyardeya revandina zarokan ve girêda û got ku cihê zarokan dibistan in, ne kampên leşkerî ne , û revandina wan bûye sedema ku xelk koçber bibin û zarokên xwe ji nav lepên çekdarên PYD derxin û ji ber van kiryarên şaş bajarê Kurdan vala dibin, û piraniya xelkên Kobanê naxwazin vegerin.
Misto kiryarên PYD bi şaş wesif kir û rexnekirin û xwest ku pyd ji kiyarên xwe vegerin û got ”ew zarokên kurdan dikin mertal ji bo berjewendiyên xwe yên taybet.
her wiha Misto bal kişand ser welatiyê bi navê Fêsel Mistefa Hecano yê ku di 1 çiriya paşî 2015 de agir bi laşê xwe xistibû ji ber tevlîbûna keça wî di nav hêzên PYD de bê razîbûna wî û li nexweşxaneyeke Turkyê jiyana xwe ji dest da.
Jêder: hevbendî