Xaça Sora Navdewletî qedexekirina rêjîma Esed ji derbasbûna karwaneke alîkariyên mirovî ji bajarê Dareya yê dorpêçkirî re şermezar kir.
Di daxuyanikê de got ku roja pêncşemê rê li pêşiya derbasbûna karwanekî alîkariyan bo derbasbûna li nav bajêr yê dikeve li gundewarê Şamê hat girtin, ku pêwîstibû bête derbaskirin ji ber ku karmendên NY û heyva sora Sûrî ligel wê bûn.
Xaça sor got ku biryara qedexekirinê hat standin tevî ku wê ruxseta derbaskirinê ji hemû aliyan wergirtibû, ji bona derbaskirina karwanên mirovî bo yekemîn car ji bona Dareya ya dorpêçkirî her ji sala 2012, û Xaça sor dît ku ev yek tiştek gelekî xirab e ji ber ku karwan ji şîrê zarokan û ji kelupelên qutabxaneyan pêk dihat.
Herwiha tekez kir ku xelkê Dareya pêwîstiya wan bi her tiştî heye, ku ji sê sal û nîvan ve li bajêr şer e, û ligor daxuyaniya Xaça Sor ku rewşa Dareya gelekî pîs û xirab e.
Hevdem digel vê yekê hêzên rêjîmê bi topbarakirina bajêr rabûn, û du sivîl hatin kuştin, û li gor daxuyaniya encûmena xwecihî ku ew herdu kes bavek û kurê xwe bûn.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, duhî di daxuyaniyekê de, dît ku nehiştina Hêzên Esed ji derbasbûna karwanên mirovî re ji bo bajarê Dareyya û amanckirina sivîlan “tawankariyeke cengê ya bi mebest e” û ev tekez dike ko rêjîm ne jidil tê danûstandinan.
Nêrebiyê dîsa got: “gerek Encûmena Ewlekariyê çareyine din ji bo parastina sivîlan bibîne û rê li ber piştguhkirina Esed ji operasiyona siyasî re bigire.
Jêder: Hevbendî + Elcezîrê