Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî îro Şembiyê 11.06.2016 civîna xwe ya damezirandinê ya yekem li bajarê Ûrfa li Tirkiyê lidar xist, bi amadebûna nûnerên Hevbendiya Niştimanî Sûrî û Encûmena Niştimanî Kurdî û çendîn kesayetiyên din.
Birêz Miwefeq Nêrebiyê gotinek bi navê Hevbendiyê da tê de bi navê Hevbendiyê pîroziya ragihandina Kombendê kir, û xwe dibîne endamekî piştgir jê re çimkî pirinsîbên ko li ser hate avakirin li gora ko di belgehên Kombendê de hatiye diyar kirin, bi taybetî ko ew xwe wek Partiyekê nahejmêre.
Nêrebiyê li ser helwesta Hevbendiyê ji kêşeya Kurdî li Sûriyê tekez kir, ko danpêdana destûrî bi Miletê Kurd bibe û kêşeya Kurdî parek bingehîn ji kêşeya niştimanî ya giştî li welat û danpêdan bi mafên miletê Kurd di çarçoveya yekîtiya Sûriyê û hem tekez kir ko Sûriya dahatî dê dewleteke dîmuqratî piralî be. Nêrebiyê dubare kir ko giring e hêzên Pêşmerge yên bi ser Encûmena Niştimanî Kurdî ve li ser xaka Sûriyê bin da beraberiya rêjîmê û Daiş bi hev re bikin û got ji ber ko Encûmena Niştimanî Kurdî parek ji Şoreşa Sûriyê ye, Pêşmerge jî parek ji Şoreşa Sûriyê ne.
Birêz Fûad Elîko endamê şanda Hevbendiyê ya danûstandinên Cinêvê gotinek da tê de li ser bizavên Hevbendiyê û şanda danûstandinan axivî da hemû alî têkevin yek çarçoveyê û destnîşan kir ko hewldanên Rûsya di delîvekirina kaxeza Kurdî li Cinêvê bi gotina ko Kurd di danûstandinan de nîn in.
Birêz Hewas Egîd gotina firakisyona Kurdî di Hevbendiyê de xwend tê de hêvî kir ko bizavên Kombendê di misogerkirina armancên xwe de biser bike, û dengê azad yê miletê Kurd bigihîne hemû komcivînên navdewletî, û hêvî kir ko Kombend jî nebe hejmareke partiyan ew jî tev li hejmarê bibe. Lê bimêne sîwanek ji ew kesên ko rê li ber wan winda bûye.
Rûniştinên kongir bi gotina birêz Ebdulezîz Temo serokê Kombendê dest pê kir, tekez kir ko Kombend dezgeheke sivîl e piştgiriya mafê Kurdan û Şoreşa Sûriyê dike.
Di kongir de gelek gotin hatin dan û hin birûsk jî hatin xwendin ji wan ya Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Hevbendiyê, gotina Encûmena xwecihî ya Kobanî, gotina Şepêla paşeroja Sûriyê, gotina rêkxistinên berevaniya Girtiyan û Gotina dezgeha Sindiyan hatin xwendin..
Tê zanîn Kombenda serbixweyên Kurd danheveke niştimanî xwebexşe di qada siyaset û civakî û geşepêdanê çalakiyê dê bike, û serbixweyên Kurd ji hemû beran dinimîne.
Jêder: Hevbendî