Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendî Di Hevdîtinêkê De Digel Desteya Hemahengiyê De: Berdewamiya Hevpariya Rûsiya û Esed Ya Armanckirina Sivîlan Bû Sedema Jikarxistina Danustandinan

June 13, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Hevbendî Di Hevdîtinêkê De Digel Desteya Hemahengiyê De: Berdewamiya Hevpariya Rûsiya û Esed Ya Armanckirina Sivîlan Bû Sedema Jikarxistina Danustandinan

Îro roja duşemê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li paytexa Beljîka li Biroksilê, digel Desteya Hemahengiyê civiya, bi amadebûna sikirtêrê giştî yê têkiliyên derve yê Yekîtiya Ewropî “Alan Lî Rodî”, û amadebûyan tekezî li ser giringiya çareseriya siyasî û pirkirina hewl û bizavan di piroseya siyasî de kirin, ji bona bigehin çareseriyek siyasî ya dadmend têde dawî li bobilata Sûriyê bê, û daxwazên milet bêne dabînkirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Ele’bide diyar kir ku berdewamiya rêjîma Esed û Rûsiya li ser armanckirina sivîlan nîşana wê yekê ye ku pêvajoya gotubêjan gihiştiye riyeke girtî û ku têde hîç alî nikare bi ferzkirina rêkeftina agirbesta karên dijminkarî li ser rêjîmê û hevalbendên wê rabe.

Ele’bide bal kişand ku yek ji giringtirîn endamê civaka navdewletî yê çavdêr ji piroseya siyasî re (Rûsiya), bi xwe hevpar e di armanckirina sivîlan de, û got: hîç karvedanek navdewletî ya rasteqîn li ser binpêkirina biryara rawestandina Oparesyonên dijminkarî ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê nînin.

Ele’bide got ku pêwîst e Yekîtiya Ewropî bi parastina piroseya siyasî û rabe, û piştgiriya wê bike heta bigehe armanca xwe bo pêkanîna veguhestina siyasî û gihiştina çareseriyek siyasî ya dadperwer ku têde daxwazên gelê Sûriyê liberçav bêne girtin û bi mercê ku bête cêbicêkirin.

Herwiha dubare tekezî li ser giringiya rola Yekîtiya Ewropî kir ji bona rolek xwe ya giring hebe di piroseya siyasî de û ji bona pêşvebirina pêvahiya danustandinan, û bal kişand ku mana du yarîgeran bitenê (Rûsiya û Amerîka) wê encamên baş li pişt nebin û rûdanên di şeş heyvên bûrî de belge ne li ser vê yekê.

Serokê Hevbendiyê daxwaza gera li mîkanizmên karatir kir ji bona gihiştina çareseriyek siyasî ya dadperwer ji bercewendiya gelê Sûriyê û zarokên wê re, û herwiha ji bona rojhilateke navîn ya serbixwe û cîhaneke aramtir.

Ji aliyê xwe ve, rêxerê giştî yê Desteya Hemahengiyê Hesen Ebule’zîm cext li ser giringiya bizavan ji bona bidawîkirina parçebûna Opozisyonê kir, û terxankirina bizavan ji bona yekrêziyê Opozisyonê (ne ew opozisyona rêjîma Esed bi çêkirina wê radibe), ji bona bidawîkirina êşên gelê Sûriyê, û da zanîn ku ev hevdîtin dikeve di nav bizavên yekrêziya Opozisyonê de û yekxistina dîtin û helwest û bernameyê wê de, bi awayê bikeve di qazinca şanda danustandinkar de.

Ebule’zîm got ku.”Sûriya di doxeke metirsîdar de ku xwîn tê rijandin û bajar tên wêrankirin û hêzên terorîst navçeyan kontrol dikin û hin hêzên din dixwazin fedasyonê bisepînin”, hevdem tekezî li ser giringiya yekîtiya hemû hêzên Opozisyonê û li ser giringiya timamkirina nûnerayetiya kurdan kir, û ev tişt bi giringî li qelem da.

Navhatî bal kişand li ser destpêşxeriyên desteya bilind ya danustandinan ya di heftiya dawî de ji bona dirustkirina komîteyeke diyalogê digel hêzên amade nebûn di kongirê Riyad de, û dîtina yane û kesayetî û kenalên ragihandinê, û bal kişand ku kongirê Riyad pêgavekê baş bû lê pêwîstiya wê bi piştgiriyê heye, bi rêka van hevdîtinan bi destpêşxeriya aliyên Ewropî û navdewletî.

Li aliyek din, sikirtêrê têkiliyên derve yê Yekîtiya Ewropî Alan Lî Rodî got ku “demê destnîşankirî di heyva tabaxa bê de ji bona dirustkirina desteya hikumraniya veguhêz, zehmet bête cêbicêkirin, heger bizavên mezin terxan nebin ji bona vê armancê, û hevdem tekezî li ser giringiya hemahengiya karê Opozisyonê û dariştina lênerînek hevbeş ya ji çareseriya siyasî re kir.

Alan Lî Rodî got: “Em amade ne bo terxankirina hemû bizavên xwe ji bona bidawîkirina bobilata xelkê Sûriyê”, û amaje kir ku Yekîtiya Ewropî bi rolek giring dirabe di piroseya siyasî û di piştgiriya Opozisyona Sûriyê de ji bona gihiştina çareseriyek giştgîr.

Di dawiya axaftina xwe de niyaza nûnerayetiya bilind ya siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Fidrîka Mogrînî anî ziman li ser niyaza yekîtiyê ji bona berferhkirina rola xwe di piştgiriya pêvajoya siyasî de û bi dawîkirina tirajêdika Sûriyê, tevî ku Yekîtî bi rolek mezin di biyavê mirovî de dirabe, ji bona sivikkirina êş û azarên miletê Sûriyê.

Jêder: Hevbenî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Rêwresmên Bixakspartina Pakrewan Qehreman Li Gundwarên Amûdê

Rêwresmên Bixakspartina Pakrewan Qehreman Li Gundwarên Amûdê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.