Îro Duşembê 13 hezêranê termê pakrewanê pêşmerge Qehrman Izedîn Iskan li gundê Belê Zozana li gundewarê Amûdê hate bixakspartin.
Li gor peyamnêrê me, termê pakrewan Qehreman bi rêwresmekî berfireh ji dergehê Sêmalka ta gundê Belê Zozana li gundewarê Amûdê bi beşdarbûna bihezaran ji welatiyên kurd ên parêzgeha Hesekê hate veguhestin.
Gotina Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, ji hêla Muhsin Tahir hate pêşkêşkirin, têde pesnê pakrewanan da û got ku ew kesin canê xwe diyarî xaka welatê xwe dikin.
Tahir di gotina xwe de diyar kir ku pêşmergeyên Roj destanan di şerê dijî terorê de tomar dikin û bervaniyê di ber gelê cîhanê tevî de dikin.
Hêjaye gotinê ku pakrewan Qehreman li gundê Til Tewîl yê parêzgeha Hesekê sala 1996 jidayik bûye, û di 12 vê heyva Hezêranê de li gundê Zehret Elxatûn li mihwerê Xazer li kurdistana Iraqê pakrewan bû.
Jêder: Hevbendî