Rawangeha “dad ji bona jiyanê” li Dêrazorê diyar kir ku rêjîma Esed bi dehan ji girtiyên Dêrazorê serbest kirine bi mercê ku ew di nav hêzên wî û milîsên hevalbendên wî de kar bikin.
Rawangehê duhî roja duşemê di raporteke xwe de, tekez kir ku hin girtiyên serbestkirî gihiştine taxên Dêrazorê yên dibin destê rêjîmê de, ji bona tevlî hêzên şerker bibin.
Rawangehê di raporta xwe de bal kişand ku rêjîma Esed hewl da ku mifayê ji fişara navdewletî ya ji bo serbestberdana girtiyan bibîne, ji bo wê kêmasiya di nav hêzên xwe de dagire, ji ber ku hejmara serbaz û şerervanên wê gelekî kêm bûne.
Hêjayê gotinê ye ku Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide berî çend rojan û li ser raportekê ji girtîgeha Edera ya navendî ya li nêzîk Şamê diyar kiribû ku rêjîma Esed hin girtî serbest berdane bi mercê wan tevlî hêzên xwe bike.
Serokê Hevbendiyê li hember van raporan metirsiya xwe nîşan da , û daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bona “standina pêgavên pêwîst li hember hîlebaziyên rêjîma Esed û keyslêanînên wî yên ku bikar tîne der barê doseya girtiyan bi vî şêwazê erzan û kirêt”, hevdem bal kişand ku tê gotin, ev kesên hatine berdan ne girtiyên siyasî ne, û ew bi piranî yên tometbar in bi doseyên tawankariyên taybet û yên tawanên keresteyên hişbir.
Jêder: Hevbendî + Wekalat