560 sivîl li bajarê Helebê ji destpêka vê hezîranê de ta bi duh duşembê şehîd ketin, 60 zarok û 57 jin jî di nav wan de hebûn, li gor serhejmarên Berevaniya Sivîl li Helebê.
Û serokê beşê Bab Elneyreb yê Berevaniya Sivîl Bîbers Miş’el, destnîşan kir ku “ew bumbebaran piraniyên wan li ser nexweşxane û sûk û senterên Berevaniya Sivîl û dibistanan in, û ti xalên leşkerî li wan deverên armanckirî tune ne”, û tekez kir ku astengî û dijwariyên dikevin riya tîmên Berevaniya Sivîl, dema ew karên xwe yên bihawarçûna birîndaran ve û deranîna qurbaniyan dikin, ewin” ku devera armanckirî gelek caran armanc dibe, tevlî kêmbûna alavên kar li gor mezinbûna bumbebarana dibe”.
Û 48 kes ku zarok û jin jî di nav wan de hebûn li tevaya Sûriyê duh duşembê şehîd ketin, ji encama bumbebarana dijminkariya Rûsî û rêjîma Esed li ser deverên nişteciyan û deverên jiyandar, û ew bumbebaran li 14 taxên bajarê Helebê û hejmarek ji bajarokên gundewarên bakur û başûrê Helebê pêk hatin, û di encamê de bidehên sivîlan şehîd ketin û birînar bûn.
Her weha 8 kes şehîd ketin û hinin din birîndar bûn di bumbebaraneke asîmanî de, ku bajarê Aqîrebat li gundewarê Hemayê armanc kir, û 5 kes şehîd ketin û hinên din birîndar bûn ji encama bumbebaranên dijinkariya Rûsî li ser navendeke tendurustiyê li Idlibê.
Û emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kîmon ew êrîşa kirêt ya ku pêr sûka şînahî ya bajêr armanc kir li bajarê Idlibê, û bû sedema şehîdbûna zêdî 35 sivîlî û birîndarbûna bidehan û her weha armanckirina nanpêjgeha bi tenê li deverê şermezar kir.
Û emîndarê giştî di daxuyaniyeke li ser navê wî de, amaje bi êrîşên asîmanî kir, yên ku diyar e di heman dema ku rêkeftina vegerandina cîbecîkirina agirbestê li çar bajaran û Idlib di nav wan deye çêbûn.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, di demek berê de dîtibû ku, ew komelkujiyên ku rêjîma Esed û Rûsiya pêk tînin, gurkirineke tawankarî ye, û tîrorîstbûna wan diyar dike, û ew çareseriya ku Esed û hevalbendên wî pê bawerin ew e” bikuj û berdewam be di kuştinê de”, û destnîşan kir ku ev komelkujî pirosêsa siyasî armanc dikin ji bo bazdana ji erk û encamên veguhestina siyasî, ya ku di biryarên navdewletî de hatiye.
Jêder: Hevbendî+ Smart