Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miqwefeq Nêrebiyê, diyar kir ko Hevdîtina Biroksilê ya di navbera Desteya Hevrêzkar û Hevbendiya Niştimanî de, mîkanîzmine xurtir ji bo karê hevbeş ê di berjewendiya Opozisyona Sûrî de, û Rêjîma Esed birûxîne datîne.
Nêrebiyê li ser civînên Biroksilê yên ko doh duşembê dest pê kirin, û sibe Çarşembê dê bidawî bibin, bêtir got”tevlî giringiya kûrkirina lihevkirinê di nav herdu firakisyonên mezin (Hevbendî û Desteya Hevrêzkar) de; der barê prosesa siyasî û aloziyên wê yên nuha, lêbelê tiştê herî giring ko hişt herdu alî bigihên hev ew e, yekîtiya Operasiyona siyasî û danîna mîkanîzmine bihêztir ji bo karê hevbeş.”
Nêrebiyê hêvî kir ko civîn bi ser bikevin, û ber bi daraştina belgeyeke niştimanî ya nû ve biçe, û ew belge rengek pêşxstî be ji belgeya Peymana Niştimanî ya ko di kongirê Qahîre temûza 2012an de derçûbû.
Û bal kişand ser ko ev mijar ne tenê di qonaxa tekoşînê de ji bo rûxandina Rêjîmê giring e, ew giring e ji bo hemû cengên me yên dahatî li dijî zordarî û tunrewiyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê digel Desteya Hevrêzkar doh Duşembê li Biroksilê paytexta Belcîkayê bi amadebûna Emîndarê giştî yê peywendiyên derve yê Yekîtiya Ewropî Alan Lî Roy civiya.
Civînkaran li ser çareseriya siyasî û bizavên operasiyona siyasî tekez kirin, tako bigihêjin çareyeke siyasî ya dadperwer ko bobelata miletê Sûrî bidawî bike û amancên gel pêk bîne.
Jêder: Hevbendî