Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir ji bo standina hemû rêşûnên pêwîst ji bo dûrkirina ketina kuştiyan di nav sivîlan de, herwiha dabînkirina parastina sivîlan wek babetekî herî pêwîst ji bo bidestxistina destkeftên birewişt tevî destkeftên leşkerî di şerê li dijî terorê de.
Îro, ev daxwaz di nameya Hevbendiya Niştimanî de hat, ya hatî şandin ji wezîrên derve yên dewletên hevpeymaniya Navdewletî ya dijberiya DAÎŞ’ê, herwiha Hevbendiyê daxwaza lêkolînê kir li ser sercem rûdanên ketina qurbaniyan di nav rêzên sivîlan de li Minbicê.
Ku ligor çend raportên hatibûn ji Minbic ya li gundewarê Helebê, ku di demek pêştir ji vê heyvê di opresyonên Hevpeymaniyê de, bi dehan sivîl hatine kuştin û birîndar kirin û di nav wan de hin xêzan tevî zarokan.
Di nameya Hevbendiyê de hatiye ku “Hevbendî ji wan aliyên destpêkê bû yê ku daxwaza avakirina Hevpeymaniya Navdewletî kir, ji ber ew pêgavek giring bû di şerê li dijî terorê li Sûriyê û navçeyê de, ku gelê Sûriyê bi dehên salan zehmetî kişandiye ji terora sîstematîk ya dibin sîbera desthilatdariya Esed de, û gelê Sûriyê rastî teroreke dutaq hatiye, yek ya stemkariya Esed e, û ya din ya rêxistinên terrorist e, yên bi sedema siyasetên Esed yên hovane û kirêt geş bûne “.
Herwiha Hevbendiyê nîgeraniya xwe nîşan da li hember wan raportên tên li ser ketina hejmarên mezin ji qurbaniyan di nav sivîlan de, ji encama bombebarankirina firokên Hevpeymaniya Navdewletî, û amaje kir ku ” baweriya wê ya xurt heye ku pêwîste reftar bête kirin digel pirsa parastina sivîlan di navçeyên di dest DAÎŞ’ê de ji ber ku kuştina sivîlan netenê êş û azarên gelê Sûriyê zêde dike, lê herwiha rastgoya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAÎŞ’ê têne rojevê û hembêzgeha gelêrî ya dijî terorê lawaz dike”.
Jêder: Hevbendî