Ebdulezîz Temo, Serokê kombenda Kurdên serbixwe diyar kir ku rêxistina PYD’ê “ciwanan dixapîne bi rêka gotina ku ew kar li pêxema gelê kurd dike”.
Temo amaje kir ku Îran û Rûsiya û rêjîma Esed, PYD’ê wek kaxezekê di destê xwe de bikar tînin û wê dişînin cihê bixwazin, û diyar kir ku Kombend hewl dide ku bibe dengê gelê kurd li Sûriyê, û nêrîna wan bigihîne hemû astên niştimanî û navdewletî, û cext li ser giringiya çareserkirina pirsa kurdî di çarçova demokrasî û firealîbûnê de kir.
Temo dijberiya xwe bo hemû rêxistinên terorîst, yên wek “DAÎŞ” û “PYD” û “Elqaî’dê” tekez kir, herwiha alîgiriya xwe piştrast kir ji bona hemû rêxistinên piştgir ji mafên gelê kurd li Sûriyê re.
Herwiha Temo got ku rêjîma Esed derfet û çebilxaneya xwe daye dest rêxistina PYD’ê, û endamên wê bikar tîne ji bona rê bigirin li pêş derketina xelkê li kolanan, û herwiha kuştina sivîl û dijberên rêjîmê, ji ber vê yekê ew nûnerayetiya kurdan nake.
Temo bal kişand ku Bişar Esed û PYD’ê şer li dijî milet dikin, û got “ev hemû lehîsteka Rûsiya û Rêjîmê ye”, û matmayî got:”çima ciwanên me li Minbic û Reqa tên kuştin, çi pêwîstiya kurdan bi vê yekê nîne?”.
Tê zanîn ku kombendê li roja yekşema bûrî li wîlayeta Riha “Orfayê” kongirê xwe yê damezrandinê lidar xist bi amadebûna nêzîkî 100 endamî û beşdariyek berfireh ji rewşenbîrên Ereban û yên Êzîdiyan.
Hêjayê gotinê ye ku Kombendê li ser malpera xwe ya fermî wiha xwe pênase kir, ku ew “kombûneke kurdî ya niştimanî ya xwebexş û serbixwe ye, di biwarên siyasî û komelayetî û geşepêdanê de dixebite, bi tevlîbûna serbixweyên kurd ji sercem beşên civakê yên bawer bi şoreşa Sûriyê û armancên wê, bi armanca gihandina dengê kurdên serbixwe bo sercem sekoyên xwecihî û herêmî û navdewletî”.
Jêder: Anadol