Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Birîtaniya Tekez Dike Ku Ew Sûre Li Ser Pêşvebirina Fayilê Girtiyên Di Girtîgehên Esed De

June 18, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Birîtaniya Tekez Dike Ku Ew Sûre Li Ser Pêşvebirina Fayilê Girtiyên Di Girtîgehên Esed De

Nameyek ji “Tobiyas Îlûd”, Wezîrê dewletê yê Birîtaniya yê karubarê rojhilata navîn, derbarê fayîlê girtiyên di girtîgehên Esed de û helwesta Birîtaniya ji vî fayîlî gihişt Enes Ele’bide, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê.

Îlûd di nameya xwe de, sûrbûna hikûmeta Birîtaniya diyar kir ji bona pêşvebirina fayîlê girtiyan û serbestberdana girtiyên siyasî.

Herwiha diyar kir ku Birîtaniya agahdare li ser hebûna “bikaranîna kiryarên eşkence û lêdan û sêdaredanê bi awayekê berferh di girtîgehên rêjîmê de”, ev yek ligor raportên navdewletî yên behsa van kiryaran dikin û di nav de raportên komîteya lêkolînê ya navdewletî.

Îlûd, soz da ku kar bike digel hevparên navdewletî ji bona ronkirin û eşkerekirina kiryarên rêjîmê yên ne yasayî, ji girtina kotekî û bêseruşûnkirinên di derheqê bi deh hezaran ji xelkê Sûriyê.

Ev name hat wek bersivekê ji nameya serokê Hevbendiyê ya ji bona wezîrên derve yên girûpa piştgiriya navdewletî “ISSG” re, ku têde Hevbendiyê daxwaza misogerkirina serbestberdana girtiyên siyasî yên di girtîgehên Esed de kiribû, bi rêka pêkanîna tîmeke kar ya navdewletî ya taybet bi fayîlê girtiyan, wek tîmên taybet bi rawestandina karên dijminkarî û yên gihandina alîkariyên mirovî, herwiha daxwaza xistina fişaran li ser rêjîma Esed kiribû ji bona rawestandina girtinên bêheq û bidarvekirina bitewşî, û sepandina mîkanizmên çavdêriya navnetewî li ser baredoxên zîndan û girtîgehan, û dadgehkirina hemû berpirsyarên binpêkirinên li dijî girtiyan.

Û  wezîrê derve yê Holenda Bîrt Kondirz, di demek pêştir de daxwaza bikarînkirina Xaça Sor ji bo çavdêrîkirina rewşa girtiyan kiribû, herwiha wek bersiv li ser nameya serokê Hevbendiyê, wî behsa giringiya bizaveke bilez di heman fayîlî de kiribû.

Têzanîn ku desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û ji ber vê yekê, gelek hevdîtinên guhdarkirinê digel hin rêxistin û çalakvanên mafnas re yên taybet bi karubarên girtiyan re lidar xistibû, û herwiha mêkanizmeke karê hevbeş yê hemahengiyê digel wan danîbû , û Nûra Elemîr wek rêxera vê girûpê hatibû destnîşankirin ji bona şopandina civîn û rawêjkariyan li ser pêşhatên dawiyê yên rewşa girtiyan û rêkeftin li ser karên serekî û pêgavên piraktîk di fayîlê girtiyan de bike.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Raporteke Mafnasî: Esed Bêtir Ji 171 Hezar Kesî Li 12 Herêmên Dorpêçkirî Bi Bombebaranê Kuştine

Raporteke Mafnasî: Esed Bêtir Ji 171 Hezar Kesî Li 12 Herêmên Dorpêçkirî Bi Bombebaranê Kuştine

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.