Nameyek ji “Tobiyas Îlûd”, Wezîrê dewletê yê Birîtaniya yê karubarê rojhilata navîn, derbarê fayîlê girtiyên di girtîgehên Esed de û helwesta Birîtaniya ji vî fayîlî gihişt Enes Ele’bide, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê.
Îlûd di nameya xwe de, sûrbûna hikûmeta Birîtaniya diyar kir ji bona pêşvebirina fayîlê girtiyan û serbestberdana girtiyên siyasî.
Herwiha diyar kir ku Birîtaniya agahdare li ser hebûna “bikaranîna kiryarên eşkence û lêdan û sêdaredanê bi awayekê berferh di girtîgehên rêjîmê de”, ev yek ligor raportên navdewletî yên behsa van kiryaran dikin û di nav de raportên komîteya lêkolînê ya navdewletî.
Îlûd, soz da ku kar bike digel hevparên navdewletî ji bona ronkirin û eşkerekirina kiryarên rêjîmê yên ne yasayî, ji girtina kotekî û bêseruşûnkirinên di derheqê bi deh hezaran ji xelkê Sûriyê.
Ev name hat wek bersivekê ji nameya serokê Hevbendiyê ya ji bona wezîrên derve yên girûpa piştgiriya navdewletî “ISSG” re, ku têde Hevbendiyê daxwaza misogerkirina serbestberdana girtiyên siyasî yên di girtîgehên Esed de kiribû, bi rêka pêkanîna tîmeke kar ya navdewletî ya taybet bi fayîlê girtiyan, wek tîmên taybet bi rawestandina karên dijminkarî û yên gihandina alîkariyên mirovî, herwiha daxwaza xistina fişaran li ser rêjîma Esed kiribû ji bona rawestandina girtinên bêheq û bidarvekirina bitewşî, û sepandina mîkanizmên çavdêriya navnetewî li ser baredoxên zîndan û girtîgehan, û dadgehkirina hemû berpirsyarên binpêkirinên li dijî girtiyan.
Û wezîrê derve yê Holenda Bîrt Kondirz, di demek pêştir de daxwaza bikarînkirina Xaça Sor ji bo çavdêrîkirina rewşa girtiyan kiribû, herwiha wek bersiv li ser nameya serokê Hevbendiyê, wî behsa giringiya bizaveke bilez di heman fayîlî de kiribû.
Têzanîn ku desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û ji ber vê yekê, gelek hevdîtinên guhdarkirinê digel hin rêxistin û çalakvanên mafnas re yên taybet bi karubarên girtiyan re lidar xistibû, û herwiha mêkanizmeke karê hevbeş yê hemahengiyê digel wan danîbû , û Nûra Elemîr wek rêxera vê girûpê hatibû destnîşankirin ji bona şopandina civîn û rawêjkariyan li ser pêşhatên dawiyê yên rewşa girtiyan û rêkeftin li ser karên serekî û pêgavên piraktîk di fayîlê girtiyan de bike.
Jêder: Hevbendî