Toreya Sûrî Ya Mafên Mirovan, diyar kir ko Hêzên Esed û Milîtanên mezhebperest bêtir ji 171 hezar kesî li herêmên ko ew dorpêç kirine kuştine, çi bi bombebaran û amanckirina leşkerî be an ji ber birçîkirinê û kêmbûna çareseriyê be.
Toreyê di raporta xwe de ya ko roja Înê belav kiriye, kuştina 786 kesan belgeh kiriye, ew kuştin ji encama ko hêzên Rêjîmê û Milîtanê mezhebperest çend herêmên Sûrî dorpêç kirine. Raportê diyar kir ko ji ber dorpêçê 414 kes ji nav wan jî 138 zarok û 57 jin ji encama kêmbûna xwarinê hatine kuştin, her wiha 372 kes ji nav wan 129 zarok û 62 Jin bi sedema kêmbûna dermanan mirine.
Raportê destnîşan kir ko hêj 14 herêm dorpêçkirî hene, û bi kêmanî du milyon kes li wan dijîn.
Hêzên rêjîmê dorpêç li ser 12 herêman (Medata, Eltel, Qudseya, Xûta Rojhilat, Elmue’demiyê, Dareya li Xûta Rojava, Qabûn, Cober, Berzê, Muxeyem Yermûk, Taxa Elwe’r, Gundewarê Humsê yê Bakur) pêk aniye
Her wiha Toreyê di raporta xwe de qurbaniyên dorpêça DAIŞê li ser taxên Elcûre û Elqisûr li Dêra Zorê yên ko di bin kontrola rêjîmê de ne belgeh kirine, ew jî çar kes in, du zarok û du jin ji ber ko xwarin kêm e, her wiha du kesên din jî ji ber kêmbûna derman mirine.
Jêder: Hevbendî