Îsal û piştî ku rêjîma Esed di şerê xwe yê li dijî gel de, bi hezaran xwendingeh li Sûriya herifandin, xwendekarên Sûriyê li welatên panberiyê bi ser ketin û pileyên yekemîn di bawernameya Bekelorya de bi dest xistin.
Ku xwendekara Sûrî Nadiya Hibos ya li Eribistana Sû’dî dijî, pileya yekem di bawernameya bekelorya beşa zanistî de anî, û ligor rojnameya Elbeyan ya Îmeratî, Şêx Mihemed kurê Raşid Al Mektûm, cîgirê serokê dewleta Îmarat û serokwezîr û hakimê Dubey, telefûna xwendakara Sûrî Hacir Ehmed Qitêfan kir, û pîrozbahiya wê kir li ser bidestxistina pileya yekê di bawernameya Bekeloriya beşa zanistî de li ser asta dewleta Îmarat.
Nûra Elemîr, endama desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya xwendakarên Sûrî bi serkeftina wan kir, û hêvî xwest ku ev serkeftin bikevin di xizmeta paşeroja Sûriyê de.
Herwiha Elemîr silav ji xwendekarên li navçeyên dorpêçkirî re şandin, yên sûrin li ser berdewamiya xwendinê, tevî rewşa wan ya zehmet, û bi taybetî li bajarê Medaya li gundewarê Şamê.
Elemîr tekez kir ku astengiyên rêjîma Esed ji dorpêçkirin û birçîkirinê û koçberkirinê, nikarîn rê li pêşiya heza xwenderkên Sûriyê ji xwendinê û serkeftinê re bigirin, hevdem amaje kir ku xwendin bihêztirîn çek bû di dirêjahiya xebata me de ji bona rûxandina rêjîma Esed û têkbirina zordariyê de.
Jêder: Hevbendî