Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Maxos: Têkçûna Rewşê Operasiyoneke Rêbazkirî Ye Ji Hêla Esed Û Hevalbendên Wî Ve

June 23, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Maxos: Têkçûna Rewşê Operasiyoneke Rêbazkirî Ye Ji Hêla Esed Û Hevalbendên Wî Ve

Berdevkê fermî yê Desteya Bala ya danûstandinan Munzir Maxos, got ko têkçûna rewşê di hemû biwaran de (siyasî, ewlekarî û mirovî) li Sûriyê “Operasiyonek rêbazkirî ye ji hêla Esed û hevalbendên wî ve.” Bal kêşand ser ko Operasiyona siyasî di “xitimandineke tekûz” re derbas dibe.

Di daxuyaniyekê de doh çarşembê, Maxos, Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê diyar kir ko operasiyona veguhestina siyasî ya ko li Cinêvê hate danîn,  da ji dewleta zor û stemkarî û gendel ber bi dewleteke sivîl piralî ve, dewleta yasa û Hevwelatîbûnê bête guhertin, hate bêwatekirin bi anîna pirojeyekî parçîmkirinê ko dixwazin pê desthilateke berfireh bi navê “Yekîtiya Niştimanî” di bin sîwana heman rêjîmê û bi serpereştiya Beşar Elesed pêk bînin.  

Maxos tekez kir ko çi veguhêza siyasî dê tunebe eger hêz û endamên rêjîma Esed hebin, ew hêzên ko operasiyonên kuştin, tunekirin û wêraniya welatê Sûrî kirine. Bal kêşand ser gotara Esed ya dawî ko ewî dîtina xwe li ser çareseriya mijarê şirove kir, ko ew veguhêza siyasî napejirîne û ewê bi çareseriya leşkerî heta bi dûmahiyê bike û wê Helebê rizgar bike û hemû Rikberên xwe tune bike.  

Maxos destnîşan kir ko du nerînên dijberî hev hene û ber bi hevûdu de tu caran nayên, ya yekem bêguman nerîna Şoreşê ye ko amanca wê guherîna rêjîmê bi tekûzî ye, û ya duyem Rêjîmeke ji bin hemû kontrolan, ji nav wan ya civaka navdewletî jî, derketî be, ko dixwaze çi pêşveçûn di dosya mirovî de çênebe, tako bihêle Opozisyona Sûrî ji danûstandinan vekişe, ji bo ew ji çareseriya siyasî bireve û veguhêza siyasî misoger nebe.   

Endamê Hevbendiyê bal kêşand ser ko hewldanên lêgerîna li Çareseriya siyasî li Sûriyê di astengiyeke tekûz de ne. bêtir got ko “peymana agirbestê nema heye, tev ko hin hewldanên danîna kurte-agirbestên xwecihî hene, lê şer û bi taybetî avêjtina Bermîlên teqîner hêj berdewam e, û gelek caran hejmar bêtir e ji berî peymana agirbestê, çi rêz an cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê û bi taybetî ya 2268 û 2254 ji aliyê Rêjîmê û hevalbendên wê ve tune ye.  ”

Û got: “Çareseriya siyasî hêj di rewşa kêferata mirinê de ye ” hem got ko rêgirtina Operasiyona siyasî ya ko îro heye “mijareke siyasî ye, û çi alavên teknîkî nikarin ewê çareser bikin”

Maxos diyar kir ko rêjeya kêm ya alîkariyên mirovî ji bo bajarên dorpêçkirî gumanên berê tekez dike, rêjîm bi sozên xwe û bi taybetî yên mirovî nepabend e.

Bi giştî alîkariyên mirovî lidora 46% de ne, lê rêjeya wê tenê 12% ji niştecihên bajarên ko zehmetî di gihaştina wan de heye, carekê gihaye wan û kêm caran dubare bûye. Ev rewş mîna ya bajarê Lênîngirad di cenga cîhanî ya duyem de ye.

Maxos got: “gerek mirov destnîşan bike ko ev hejmar nedirist in, çimkî alîkariyên ko digihên bêyî alîkarî û alavên bijîşkî û dermanan in, bal kêşand ser ko alîkariyên bijîşkî yên ko ji Netewên Yekbûyî tên bi şêweyekî otomatîk tên derxistin ji nav alîkariyan, tevlî alavên bijîşkî jî”

Û li gora biryarên Encûmena Ewlekariyê yên dawî 2254 û 2268, gerek alîkariyên mirovî bi tekûzî bê kêmbûn, berî destpêkkirina danûstandinên Cinêvê bigihana, di çarçoveya pêkanîna seqayeke guncaw bo Operasiyona siyasî bi ser biketa.

Maxos got rêjîma Esed birçîbûnê û nexweşiya heta  mirinê bikar tîne , da ko hevwelatî û Şoreşgeran li bajarên dorpêçkirî mecbûr bibin xwe radestî rêjîmê bikin, û mercên rêjîmê li ser xwe bipejirînin, wek ko çi arîşe li Sûriyê tuneye.

Gotina xwe berdewam kir: “qebareya bobelatê li Sûriyê pir mezin bûye, û gihaye ewê asta ko Dê Pelên Daran û Giha ji zarokên xwe re bikelîne, di evê çarçoveyê de wêneyine pir tirsank ji mirovinan re hatin belavkirin, ko tenê hestî û çerm in, ji birçîbûna zor ko Holokostên cenga cîhanî ya duyem di bîra mirov de tînin.  ”

Maxos di derbarê girtiyên siyasî yên di zindanên Rêjîma Esed de diyar kir ko çi pêçveçûn di evê doseyê de çênebûye, û Rêjîma Esed bi êşkencekirin û binpêkirina rûmetê Girtiyan bi şêweyekî rêbazkirê tawanbar kir.

Biryarên Encûmena Ewlekariyê û bi taybetî biryara 2254 û ya 2268an ko dibêjin divê yekser Girtî bêne berdan. Û Maxos got ku pir zehmet e em hejmara wan bizanin, lê li dora 250 hezar Girtiyî ne. hem jî li dora 100 hezarî windayî ne, û çi nîşandek li ser hebûna wan li jiyanê nîn e, û yên ko di gorên komel de hatibin veşartin, wê dem wê mijarê xuya bike.

Jêder: Hevbendî 

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Xwecihiya Kobanê Doza Bibîranîna Komkujiya Kobanê Dike

Xwecihiya Kobanê Doza Bibîranîna Komkujiya Kobanê Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.