Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd, di daxuyaniyekê de bang li welatiyên bajêr kir da ku kêlîkeke bê deng ji bo salvegera komkujiya Kobanê ku cekdarên DAÎŞê têde 600 kes li nav bajêr û gundewarê wê kuştibûn rawestin.
Ji aliyê xwe ve Elî Brahîm serokê Xwecihiyê ji malpera me re ragihand ku Xwecihiya Kobanê bang li welatiyên Kobanê li derve û hindir kir, da deqeyeke rêzgirtinê bisekinin seet 11 nîvro roja şemiyê 25-6-2016.
Brahîm da zanîn ku di wê komkujiyê de 600 kes ku piraniya wan zarok û jin û kalbûn şehîd û birîndar bûn li ser destê çekdarên DAÎŞê yên terorîst.
Brahîm di dawiya axiftina xwe de got Ku komkujiya Kobanê nîşanek bû ku PYDê bi tena xwe nikare herêmên Kurdî biparêze û jê tê xwestin ku lêvegerekê ji helwestên xwere çêke.
Jêder: Hevbendî