Berdevkê fermî yê Desteya Bala ya danûstandinan Munzir Maxos, got ko têkçûna rewşê di hemû biwaran de (siyasî, ewlekarî û mirovî) li Sûriyê “Operasiyonek rêbazkirî ye ji hêla Esed û hevalbendên wî ve.” Bal kêşand ser ko Operasiyona siyasî di “xitimandineke tekûz” re derbas dibe.
Di daxuyaniyekê de doh çarşembê, Maxos, Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê diyar kir ko operasiyona veguhestina siyasî ya ko li Cinêvê hate danîn, da ji dewleta zor û stemkarî û gendel ber bi dewleteke sivîl piralî ve, dewleta yasa û Hevwelatîbûnê bête guhertin, hate bêwatekirin bi anîna pirojeyekî parçîmkirinê ko dixwazin pê desthilateke berfireh bi navê “Yekîtiya Niştimanî” di bin sîwana heman rêjîmê û bi serpereştiya Beşar Elesed pêk bînin.
Maxos tekez kir ko çi veguhêza siyasî dê tunebe eger hêz û endamên rêjîma Esed hebin, ew hêzên ko operasiyonên kuştin, tunekirin û wêraniya welatê Sûrî kirine. Bal kêşand ser gotara Esed ya dawî ko ewî dîtina xwe li ser çareseriya mijarê şirove kir, ko ew veguhêza siyasî napejirîne û ewê bi çareseriya leşkerî heta bi dûmahiyê bike û wê Helebê rizgar bike û hemû Rikberên xwe tune bike.
Maxos destnîşan kir ko du nerînên dijberî hev hene û ber bi hevûdu de tu caran nayên, ya yekem bêguman nerîna Şoreşê ye ko amanca wê guherîna rêjîmê bi tekûzî ye, û ya duyem Rêjîmeke ji bin hemû kontrolan, ji nav wan ya civaka navdewletî jî, derketî be, ko dixwaze çi pêşveçûn di dosya mirovî de çênebe, tako bihêle Opozisyona Sûrî ji danûstandinan vekişe, ji bo ew ji çareseriya siyasî bireve û veguhêza siyasî misoger nebe.
Endamê Hevbendiyê bal kêşand ser ko hewldanên lêgerîna li Çareseriya siyasî li Sûriyê di astengiyeke tekûz de ne. bêtir got ko “peymana agirbestê nema heye, tev ko hin hewldanên danîna kurte-agirbestên xwecihî hene, lê şer û bi taybetî avêjtina Bermîlên teqîner hêj berdewam e, û gelek caran hejmar bêtir e ji berî peymana agirbestê, çi rêz an cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê û bi taybetî ya 2268 û 2254 ji aliyê Rêjîmê û hevalbendên wê ve tune ye. ”
Û got: “Çareseriya siyasî hêj di rewşa kêferata mirinê de ye ” hem got ko rêgirtina Operasiyona siyasî ya ko îro heye “mijareke siyasî ye, û çi alavên teknîkî nikarin ewê çareser bikin”
Maxos diyar kir ko rêjeya kêm ya alîkariyên mirovî ji bo bajarên dorpêçkirî gumanên berê tekez dike, rêjîm bi sozên xwe û bi taybetî yên mirovî nepabend e.
Bi giştî alîkariyên mirovî lidora 46% de ne, lê rêjeya wê tenê 12% ji niştecihên bajarên ko zehmetî di gihaştina wan de heye, carekê gihaye wan û kêm caran dubare bûye. Ev rewş mîna ya bajarê Lênîngirad di cenga cîhanî ya duyem de ye.
Maxos got: “gerek mirov destnîşan bike ko ev hejmar nedirist in, çimkî alîkariyên ko digihên bêyî alîkarî û alavên bijîşkî û dermanan in, bal kêşand ser ko alîkariyên bijîşkî yên ko ji Netewên Yekbûyî tên bi şêweyekî otomatîk tên derxistin ji nav alîkariyan, tevlî alavên bijîşkî jî”
Û li gora biryarên Encûmena Ewlekariyê yên dawî 2254 û 2268, gerek alîkariyên mirovî bi tekûzî bê kêmbûn, berî destpêkkirina danûstandinên Cinêvê bigihana, di çarçoveya pêkanîna seqayeke guncaw bo Operasiyona siyasî bi ser biketa.
Maxos got rêjîma Esed birçîbûnê û nexweşiya heta mirinê bikar tîne , da ko hevwelatî û Şoreşgeran li bajarên dorpêçkirî mecbûr bibin xwe radestî rêjîmê bikin, û mercên rêjîmê li ser xwe bipejirînin, wek ko çi arîşe li Sûriyê tuneye.
Gotina xwe berdewam kir: “qebareya bobelatê li Sûriyê pir mezin bûye, û gihaye ewê asta ko Dê Pelên Daran û Giha ji zarokên xwe re bikelîne, di evê çarçoveyê de wêneyine pir tirsank ji mirovinan re hatin belavkirin, ko tenê hestî û çerm in, ji birçîbûna zor ko Holokostên cenga cîhanî ya duyem di bîra mirov de tînin. ”
Maxos di derbarê girtiyên siyasî yên di zindanên Rêjîma Esed de diyar kir ko çi pêçveçûn di evê doseyê de çênebûye, û Rêjîma Esed bi êşkencekirin û binpêkirina rûmetê Girtiyan bi şêweyekî rêbazkirê tawanbar kir.
Biryarên Encûmena Ewlekariyê û bi taybetî biryara 2254 û ya 2268an ko dibêjin divê yekser Girtî bêne berdan. Û Maxos got ku pir zehmet e em hejmara wan bizanin, lê li dora 250 hezar Girtiyî ne. hem jî li dora 100 hezarî windayî ne, û çi nîşandek li ser hebûna wan li jiyanê nîn e, û yên ko di gorên komel de hatibin veşartin, wê dem wê mijarê xuya bike.
Jêder: Hevbendî