“Artêşa Islamê” Îro li nêzîk Firpkxana Elsîn li Qelemona Rojhilat li Gundewarê Şamê, Firokeke cengê ya Rêjîma Esed xist û taximê pîlotên wê bi temamî hatin kuştin, ev di kêmî 20 dermjimêran de ji xistina Hilîkoptereke din a rêjêmê ku doh li asmanê Xûta Rojhilat difiriya.
Artêşa Islamê sistema berevaniya Asmanî “Osa” di xistina Hilîkopterê de bikar anî, dema li ser bajarokê Elbihariya li Xûta Rojhilat difiriya.
Berdevkê Desteya Elerkan ya “Artêşa Islamê”, Hemza Bêreqdar, kontrolkirina Hêzên Rêjîmê ji gundê Elbihariya û zeviyên wê re li Gundewarê Şamê mandel kir, û got ko ew “gotinin nedurist in, Rêjîm wan belav dike”.
Bêreqdar doh tekez kir ko Artêşa Islamê hêj li herêmê bi cih dibin, da ko çi operasiyona têwerdanê bipaş de vegerînin. Diyar kir ko Hêzên Rêjîmê ji çend teweran ve dixwazin ber bi Xûta Rojhilat ve bên. Û rewşa leşkerî li herêma Elmerc şerê “êrîşkirin û vegerê” ye.
Bêreqdar got ko 100 endamên hêzên rêjîma Esed di navbera kuştî û birîndar de, di 15 rojan de ketine. Rojane bi rêjeya rojê du caran hewla têwerdanê dide, û got ku 6 Tangên T72 û Faytonên (BMB) hatine têkbirin û jikar ketin.
Artêşa Islamê di 21 Cehzerana nuha de bargehên Rêjîmê li Gundê Elbehariyê li Xûta Rojhilat kontrol kirine, piştî şer bi hêzên Rêjîmê re kirine û kuştî û ziyanên madî di hêzên wî de çêbûne.
Jêder: Hevbendî+Simart