Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miqwefeq Nêrebiyê, got ku derengmayîna Netewên Yekgirtî di standina helwestekê de derbarê binpêkirinên Esed û hevalbendên wî , Operasiyona siyasî ber bi têkbirinê ve dajo, her wiha derdê miletê Sûrî zêde dike û derfeta têkbirina tiroristiyê winda kir.
Di daxuyaniyeke taybet de, îro Duşembê, diyar kir ko lîstina Esed bi biryarên Netewên Yekbûyî, ko sûdeyê ji bêdengî û sersariya wê dibîne. Diyar kir ko gerek Netewên Yekgirtî li dergeheke nû ji çareseriyê re bigere, ko bêtir xurt be û ji misogerkirina amancên gelê Sûrî ne dûr be.
Cîgirê serokê Hevbendiyê bêtir got: “tu kes îro nikare soza gereke nû ya danûstandinan xuya bike, ji encama berdewamiya kuştarên ko Esed û hevalbendên wî pê radibin, û cîbicîkirina bendên mirovî yên biryara 2254 û peymana rawestandina kirdeyên dijminkarî red dike. ”
Encûmena xwecihî ya bajarê Dareya, ya ji berî bêtir ji sê salan ve dorpêçkirî ye, ragihand ko Hilîkopterên Rêjîmê nêzî 560 Bermîlên teqîner di 20 rojên derbasbûyî de bi rêjeya 28 Bermîlan rojane avêtine.
Toreya Sûrî ya mafên mirovan, îro Duşembê, Raportek belav kir, tê de diyar kir ko 12679 kes di bin êşkenceyê de di zindanên Sûriyê de ji destpêka Şoreşa Adara 2011an şehîd ketine. Û bal kêşand ser ko 99% ji qurbaniyan bi destê Hêzên Esed û hevalbendên wî hatine kuştin.
Toreyê diyar kir ko êşkencekirin li Sûriyê hêj berdewam e, û destnîşan kir ko asta êşkencekirinê û qurbaniyan ya herî bilind e li ser asta cîhanê. Û ew wan belgeh dike tako rojekê ji rojan çi kesê ko destê wî di van binpêkirinan de heye siza bibe.
Jêder: Hevbendî