Li ser banga xwecihiya Amudê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûrî ENKS, welatiyên Amûdê salvegera komkujiya Amûdê îro Duşemê 27 hezêranê li goristana Şermola bi bîr anîn.
Welatî li nava bajêr kom bûn piştre berê xwe dan goristana Şermola, û Bi kêlîkek bê deng li ser canê pakrewanan vejandina bîranîna komkujiya şeş pakerwanên li ser destê çekdarên PYD hatibûn şehîdkirin dest pê kir.
Gotina xwecihiya Amûdê ji hêla Îsa Mihemed Selîm endamê xwecihiyê hate xwendin, têde bi firehî li ser komkujiyê axivî, û hemû hûrgiliyên wan rojan anî ziman.
Her wiha Selîm komkujî bi tewan û cînayetek siyasî wesif kir û doza komîteke vekolînê kir da ku kesên tewankar li pêşiya civakê dadgeh bibin.
Mihemûd Xelo bavê pakrewan Nadir gotina malbatên pakrewanan xwend, tê de tekez kir ku ev pakrewan girûpek ji pakrewanên şoreşa Sûriyê ne.
ji hêla xwe ve jî Xelo doza komîteke vekolînê kir da ku kesên tewankar bêne dadgeh kirin .
Di heman demê de piştî bidawîbûna rêwresman Ebdulkerîm bavê Luqman , endamê Komîta siyasî ya partiya Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya PDK-S ji hêla çekdarên PYD ve hate binçavkirin.
Hêjaye gotinê ku di 27 Hezêrana 2013 de, hêzeke çekdar ya PYD êrîşî pêşandaneke aştiyane kirin ku doza berdana girtiyên siyasî yên di zindanên wê partiyê de dikirin, û di encamê de şeş kes pakrewan ketin.
Jêder: Hevbendî