Duhî bi sedan xelkê Amûdê li ser banga ENKS’ê, derketin bo bibîranîna sêyemîn salvegera komelkujiya Amûdê ya li ser destê milisên PYD’ê pêk hatibû, û têde şeş kes bi guleyên YPG’ê yên ser bi partiya PYD’ê ve hatin şehîdkirin û bi dehan kesên din hatin birîndarkirin.
Bi sedan kes derketin xwepêşandaneke bêdeng li navenda bajêr, û paşî çûn goristana Şermola ji bo danîna destên gulan li ser gorên şehîdên xwe yên wê komelkujiyê.
Hêjayê gotinê ye ku ew komelkujî hat encamdan ji ber xwepêşandana xelkê Amûdê ji bona serbestkirina hin girtiyan, yên di dest PYD’ê de bûn, lê xwepêşandan rastî guleyan hat û bû sedema kuştin û birîndarkirina hejmarek ji xwepêşanderan.
Li ser heman komelkujiyê Bavê şehîdekî got “em bi hêvî ne ku komîteyeke lêkolînê bête dirustkirin ji bona dûvçûna vê tawankariyê, da herkes bigiheje mafê xwe, lê me hîn kes nedîtiye da bi vî erkî rabe, û bitenê bîranîn li pêşiya me maye ku hersal em dikin, hêvîdarin ku carek din wek van tawanan dubare nebin”.
Li aliyek din, çalakvanê siyasî, Mehmûd Xelo, bavê şehîdekî temen 14 salî ji yên heman komelkujiyê, sersaxiya malbatên şehîdan kir û got ku tişta çê bûyî “komelkujiyek bi biryarek siyasî ya pilankirî bû”, û herwiha wî jî daxwaza pêkanîna komîteyeka yasayî ya serbixwe kir û daxwaza dadgehkirina tawanbaran kir.
Herwiha Îsmaîl Hemê serkirdeyê Partiya “Yekîtî” ji partiyên ENKS’ê ye, ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ve, daxwaza vekirina doseyeka lêpirsînê kir ji bona dadgehkirina tawanbaran, û got ku ” hejmarek ji sivîlan hatin kuştin bi guleyên çekdarên PYD’ê, herwiha di heman demê de, êrîşî nivîsîngehên me kirin û 50 endamên partiya me desteser kirin”.
Jêder: Smart