Artêşa Sûrî ya Azad û hejmarek ji tabûrên şoreşger, doh êvarî, dest danîn ser hin baregeh û gundan li çiyayê Kurdan û yê Turkuman li gundewarê laziqiyê, piştî şerên giran di navbera wan û hêzên Esed de, di encamê de bi dehên kuştî û birîndaran di nav hêzên Rêjîmê de çêbûn.
Û hejmarek ji tabûran li gundewarê Laziqiyê, destpêkirina “Şerê Yermûk” ragihandin, ji bo vegerandina gundên ku rêjîmê di dema dawî de dest danîbû ser wan li çiyayê Kurdan û yê Tirkuman. Û şoreşgeran ew şer bi bombebarankirina baregehên hêzên Esed ji hejmarek deveran wek Kenespa û Telet Reşo û Eyn Aleşra û deverin din bi topên giran dest pê kirin.
Û şoreşgeran dest danîn ser gundên Ard Alweta û Hakûra û Mazixlî û herdû rêbendên Cam’h û Tirêks li çiyayê Kurdan, û herdû girên Reşa û yê Abû Alî û deverin ji Telet Albeyda û gundê Qermîl û çiyayê Alqel’a li çiyayê Tirkuman, û hejmarek ji hêzên Esed kuştin, û kombûnek ji hêzên Esed li ser tewerê Kenispa li çiyayê Kurdan bi mûşekek Taw hat armanckirin, di encamê de hejmarek ji kuştî û birîndaran ketin, paşre otomobîlek dagirtî Esker li ser riya Kenespa- Eyn Alqantara bi mûşekek Taw hat armanckirin, di encamê de tevaya siwarên wê mirin, her weha Şoreşgeran tangeke hêzên Esed li Telet Şêr Qebû’h li çiyayê Kurdan ruxandin û tevaya taximê wê mirin, ji encama armanckirina wê bi mûşeke dijî mertalan.
Û hejmarek ji tabûrên Şoreşê û yên Artêşa Azad di Şerê Yermûk de beşdar in wek” Firqeya Yekem ya Beravê, Firqeya Duyem ya Beravê, Feyleq Alşam û Hereket Ehrar Alşam” û hinên din jî.
Û serkirdeyekî ji Firqa Yekem Ya Beravê ji rewangeha “Smart” re ragihand ku ew deverên wan dest danîne ser pir giring in, ji ber ku” roleke wan ya mezin heye ji bo şikandina dorpêça ku hêzên Rêjîmê li ser deverên çiyayê Tirkuman yên nêzî sînorê Sûriya-Tirkoyê, û ji bo dabînkirina parastinê ji devera Cisr Alşixûr ya ku ev deverên rizgarbûyî di ser re ne”.
Jêder: Hevbendî+ Ajans