Encumana xwecihî ya bajarokê Xan Elşîh li gundewarê Şamê, ji civaka navdewletî û aliyên peywendîdar yên Sûrî û Felestînî xwest ku fişaran deynin ser Rûsiya û rêjîma Esed, da bombebarana xwe ya li ser bajarokê Xan Elşîh û Kampa Xan Elşîh ya paenaberên Felestînî li Xûta Şamê ya Rojhilat rawestînin.
Û di daxuyaniyeke xwe de doh çarşembê, Encumana xwecihî ya Xan Elşîh got ku Kamp û Bajarok rastî êrîşên dijwar tên ji hêla balafirên Rûsiya û Rêjîmê, û di dema pênc rojan de bêhir ji 50 êrîşî pêk anîne, hin ji wan bi bombeyên Enqûdî ne, di encamê de 8 penaberên Felestînî hatine kuştin, jinek û zarokek jî di nav wan de hene, di herdû rojên dawî de hatine kuştin.
Û daxwiyaniyê destnîşan kir ku nişteciyên Kampê sivîl in, û tekez kir ku ti tabûrên serbazî lê tune ne, û hêzên rêjîmê ji berî 3 salan de dorpêç li ser Kampê sepandine, ji lewre rewşa mirovî ya sivîlan pir xerab e, û keresteyên xwarinê û yên pizîşkî pir kêm in.
Û Kampa Xan Elşîh li Xûta Rojava ya gundewarê Şamê bêhtir ji 12 hezar penaberên Felestînî û 4hezar koçberkiriyên ji deverên corbecorên derdorê, ku 3hezar zarok di nav wan de hene bicih dike.
Û 6 sivîl hatin kuştin û nêzî 10ên din birîndar bûn, doh çarşembê, ji encama bombebaraneke bi çekên asîmanî yên Rûsî li ser Kampa Xan Elşîh.
Û endama Şandeya Gelê Sûriyê bo danûstandinên Cinêvê Besma Qedmanî, piştî hevdîtina xwe bi Fîdrîka Mogrînî re, berpirsa siyaseta Yekîtiya Oropa ya karûbarê derve di Yekîtiya Oropayê de û hin berpirsên mîrî li Biroksêlê berî çend rojan xwest, ku sizayan bisepînin li ser Kompaniyên Rûsî yên destên wan di radestkirina barên çekan bo rêjîma Esed ya ku bombebarana deverên azadkirî bi şêweyek bêserûber û bê cudakirin dike.
Û Qedmanî got ku çi veger û paşketina Yekîtiya Oropayê ji sizayên xwe li ser Rûsiya, wê ji aliyê Kirêmlên û Beşar Esed bê fêmkirin ku ew dana derfetekê ye ji Rêjîma wî re da pê” vegere nav civaka navdewletî”.
Jêder: Hevbendî