Miwefeq Nêrebiyê, cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê got ku heta niha hîç seqayek rasteqîn bo piroseyek siyasî nine, di dema berdewamiya kuştar û tawankariyên rêjîma Esed û hevalbendên wî.
Û duhî amara şehîdan gihişt 70 şehîdî, 7 zarok û 4 jin di nav wan de hebûn, ji ber binpêkirina agirbestê ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê, ku bûne bêhtir ji 49 binpêkirinan.
Ev zanyarî ji aliyê Tîma Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ve hatine belgekirin, bi rêka jêderên taybet û torên xwecihî û çalakvanên li deverên têne armanckirin, ev binpêkirin navçeyên dibin destê herdu rêxistinên Bereya Elnusra û DAÎŞ’ê li xwe nagire.
Li aliyek din bergiriya sivîl li bajarê Dûma li gundewarê Şamê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên Esed duhî taxên nişteciyan bi topxaneyan bombebaran kirin, û têde 3 sivîl hatin kuştin, û gelek hatin birîndarkirin û piraniya wan zarok in.
Nêrebiyê îro di daxuyaniyeke taybet de amaje kir ku bêdengiya li hember terora Esed û hevalbendên wê, beşdarî di alozkirina şer û belavbûna terora rêxistina DAÎŞ de kir, hevdem dewletên kartêker hêjî berdewam in di destberdana ji erk û berpirsyaretiyên xwe li hember derencamên bobelatkarî yên bi sedema berdewamiya binpêkirinan Agirbesta Rawestandina Karên Dijminkarî, piştî borîna 127 rojan li ser emzekirina wê.
Herwiha tekez kir ku pêwîste civaka navdewletî bêdeng nemîne, û dest bi bizav û rêşûnên rasteqîn û bilez bike, û pêwîst e di bandora nerênî ya van binpêkirinan têbigihe, ku bûye sedema xetmandina piroseya siyasî, nemaze ku ev binpêkirin berdewamîiya stratîjîya tawankarî ya armanckirina sivîlan e, û tevlîkirina wan carek din wek girawan di pirojeyê gotubêjên mana Esed de.
Şanderê navdewletî yê taybet Stîvan Dîmestora, doh êvarî di kongirekî rojnamevanî de piştî civîna wî bi endamên encûmena ewlekariyê re di civînek girtî de piştî pêşkêşkirina Rapora xwe, got ku ti dem ji bona destpêkirina geşteke nû ya danustandinan di heyva tîrmehê de nehatiye destnîşankirin.
Dîmestora tekez kir ku serkeftina dijîtiya terorê, pêwîstiya wê bi encamdana piroseya veguhestina siyasî li Sûriyê heye, û got: ” êrîşên terorîstî yên Stembolê me xembar dikin û dihêlin ku em hemû di encûmena ewlekariyê de ji bîr nekin ku pêwîst e di pêşiyê de dijîtiya terorê bibe, lê serkeftina li ser terora li Sûriya û Îraqê, pêwîstî bi encamdana piroseyek siyasî heye, ji ber ku bi vê yekê em dikarin çavkaniya terorê ziwa bikin.
Jêder: Hevbendî + Wekalat