Rêkxistina Peyamnêrên Bêsînor, mixabiniya xwe li ser mirina Wênekêşê Sûrî Xalid Elîsa, yê ko ji ber birînên xwe Înê êvarî li Nexweşxanake Tirkiyê jiyana xwe ji dest da, da xuyakirin. Her wiha kirdeya Daişê ko pênc Rojnamevanên hevwelatiyên Dêra Zorê kuştin û wêneyên şêweyê kuştina wan kêşandin, pirotesto kir.
Elêksandra Elxazin, birêvebera Nivîsgeha Rojhilata Navîn got ko Rêkxistina Nûçevanên Bêsînor sersaxiya malbatên qurbaniyan dike, û êrîşa li dijî Rojnamevanan çi yên pîşekar an yên ne pîşekar be pirotesto dike. Bêtir got ev Rojnamevan gava bikarê xwe radibin rastî metisiyên pir mezin tên, hemû aliyên dijî hev şer dikin, berpirsiyariya zêdegaviyên li dijî Rojnamevanan hildigirin, û giring e ko desthilata çi welata mêvandar, parastina Rojnamevanên ko ji ber şer reviyane bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, di daxuyaniya xwe de got “Tekoşîn ji bo azadiyê bewrdewam e, û wê destê dad û sizayê bigihê hemû Tawankaran û hemû kesên ko destê wan bi xwîna miletê Sûrî bûye.”
Tê zanîn ko Rêkxistina Peyamnêrên Bêsînor, sala çûyî bang li Encûmena Ewlekariya navdewletî kiribû, û doza dadgehkirina kesên tawankarî li dijî Rojnamevanan kiribin û radestkirina wan bo dadgeha tawankariyên navdewletî kiribû.
Jêder: Elerebiye net + Hevbendî