Rêveberê “sîstema hawarhatinê” li navçeya “Rîf Elmuhendisîn 2” ya li nêzîk bajarokê Orom Elsûxra li gundewarê rojavayê Helebê, diyar kir ku “sîstem” bi carekê ji kar ket bi sedema êrîşên esmanî yên Rûsiya li ser.
Persityar Teysîr Himûd rêveberê sîstemê got ku sîstema saxlemiyê, rastî bombebarana êrîşên Rûsiya hat, û têde ziyanên mezin li “sîstemê” û li baregehê wê bûn, bê ku kes bête kuştin, û bal kişand ku niha ew kar dikin ji bona çêkirina wê, bê destnîşankirina dema dubarekirina ketina wê dibin xizmetê de.
Himûd got: ku bêhtir ji carekê sîstema saxlemiyê rastî êrîşên firokên şer yên Rûsiya û Rêjîmê hatiye, lê ev cara yekê ye ku sîstem ji xizmetê derdikeve ji ber zêdebûna êrîşan.
Herwiha bal kişand ku “sîstemê” kar dikir ji bona dirustkirina xalên pizîşkî li nêzîk çeperên şer, da di zûtirîn dem de bi çareserkirina birîndaran rabe, ku ji bona vê yekê bêhtir ji sê endamên xwe jidest dan û hin jî birîndar ketin, û diyar kir ku di şerê “Xan Toman” de li gundewarê başûr rastî dumahîk êrîşê hatin, ku ji ber êrêşan çar ji endamên saxlemiyê birîndar ketin û ambulansa wan jî hat têkbirin.
Himûd amaje kir ku “sîstema saxlemiyê” ya bi ser “Rêveberiya saxlemiya Heleba Azad” ve, take sîstem bû li gundewarê rojavayê Helebê, û ji berî du salan hat damezrandin, û ji 15 peristyaran û neh şifêran û çar endamên karîgeriyê pêk tê, ku bi pêşkêşkirina xizmetên saxlemiyê bo birîndaran ji sivîl û çekdaran radibû, û herwiha bi raguhestina wan ji nexweşxaneyekê bo yeka din, yan heta bi derwazên sînorî di dema pêwîstiyê de radibû.
Têzanîn ku li roja pêncşema bûrî, take nexweşxane ya li bajarokê Kefr elhemra li gundewarê bakur bi carekê hat têkbirin, û sê ji endamên pizîşkî hatin kuştin bi sedema êrîşên firokên şer yên Rûsiya li ser.
û Tora Sûrî Ya Mafê Mirov û ji aliyê xwe ve di raporta xwe de nekêmtir ji 243 bûyerên destdirêjiyê li ser karsaziyên zindî belge kirine, ji wan 51 navendên pizîşkî di navbera 30’ê êlûna 2015 an de û heta vekşandina beşek ji hêzên Rûsiya li beyaniya 15’ê adara 2016 an.
Herwiha 57 navendên jêrxaneya bingehîn û 52 xwendingeh û 50 navendên olperistiyê û 25 taxên nişteciyan û 2 navendên rewşenbîrî û 5 kampên penaberan û yek ji rêxistinên mirovî hatine armanckirin ji aliyên firokên Rûsiya ve.
Jêder: Hevbendî + Smart