Balafirên rêjîma Esed û Rûsya rojane li pey hev taxên Heleb û Gundewarê wê topbaran dikin, ku di encamê de zêdetir ji 500 kesî şehîd ketin di heyama di navbera 11- 19ê Tîrmehê de.
Nişteciyên taxên Helebê wek (Hulik, Mercê, Bab El-Nêreb, Rêya Babê, Cub El-Qibê, Şe’ar, Kerm El-Bêk, Benî Zêd, Kelasê, El-Heyderiyê, El-Amiriyê, El-Salihîn, El-Meşhed, El-Ensarî, El-Sikerî, Bi’êdîn, û El-Inzarat) dibe ku di her demekê de bêne kuştin ji encama topbarana berdewam, û bi taybetî ya Rûsya.
Herwiha êrîşên li ser bajarên Endan û Hiryêtan û bajarokên Kefer Hemra, Heyan, Me’aret El-Ertîq, Rêya Kastêlo, Eyn El-Tel, Devera Cendûl û Asya li Gundewarê Bakur nehatin rawestandin, lê li Gundewarê Rojava, bajarokên Kefir Naha û Hor û Orim El-Kubra rastî heman topbaranê hatin.
Hin çalakvanan amaje kirin ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî di heyama du rojên derbasbûyî de, du komkujî li taxa El-Hezawiyê li Munbicê û devera El-Toxar li gundewarê wê pêk anîn, ku di encam de herî kêm 95 kes şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn, û hêj hejmarek ji sivîlan di jêr avahiyên wêrankirî de asê mane, û li gor hin jêderên xwecihî ku niha balafirên Hevpeymaniyê heman topbaranê li gundên başûrê bajar pêk tînin.
Ji aliyê xwe ve, Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê “Uqab Yihya got ku ” ev hevpariya kuştina gelê Sûriyê tenê xizmeta hêzên tarîxwaz li Sûriyê dike, mîna rêjîma Esed û milîsên şerker yên bi ser ve, û DAIŞ, Qaîde û PYDê.
Lêzêde kir ku Hevbendiya Niştîmanî van tawanên li pey hev derheqê gelê Sûriyê protesto dike, û daxwaz ji Amerîka kir (ji ber ku ew serkêşiya Hevpeymaniya Navdewletî dike û serokê hevbeş e ji Grûpa Piştevaniya Sûriyê re ligel Rûsya) ku bihêle Rûsya ji pêkanîna komkujiyan raweste, û lêpirsîn derbarê bûyera Munbicê çêbibe, .
Axaftina xwe wiha berdewam kir:”Roj dibuhirin, û hêj kuştin bê rawestan berdewam e derheqê gelê Sûriyê ji destpêka vêketina Şoreşa Sûriyê ve, û li pêş çavê hemû Cîhanê”, û destnîşan kir ku bêdengiya derbarê van komkujiyan baweriya gelê Sûriyê bi Civaka Navdewletî û bi taybet Amerîka nehiştiye.
Jêder: Hevbendî