Bi gurbûna şer û pevçûnan li bajarê Minbicê di navbera rêxistina (DAIŞ) ya terorist û hêzêa bi navkirî “Sûriya Dîmuqrat “, hilmetên girtina ciwanan ji hêla çekdarên PYD li ser rêbendan û li nava bajaran pir bûne, û ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 30 salî de, bi behaneya leşkeriya neçar li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê binçav dikin, û ji bo navendên leşkerî û çeperên şer têne veguhestin .
Husên Mistefa welatiyek ji bajarê Qamişlo ye, kurê wî berî çend rojan ji bo leşkeriya neçar ji hêla polîsên leşkerî ve hate binçavkirin, ji malpera me re ragihand ku nuha kurê wî li Navenda perwerdeya leşkerî ya Tilbêder e.
Mistefa diyar kir ku PYD bi siyasta xwe ya şaş berê ciwanan dide pêşerojeke ne diyar, û şerekî bê encam dike, her wiha ew nema zane ku wê kurê wî carek din lê vegere yan na .
ji ber vê kirîzê û hilmetên leşkeriya neçar, bi hezaran ciwanên parêzgehê ber bi welatên herêmî û ewripa ve koçber bûne û dibin, û li ser vê yekê parêzer Fehed Ehmed endamê Komîta mafnasî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ji malpera me re ragihand ku kiyarên PYD ne rewa ne û mebest jê ku ciwanan koçber bikin ”, PYD şerekî bi wekalet dike, ji bo bercewendiyên partitî û bê ku bercewendiyên gelê kurd û yê Sûrî berçav bigire” .
Tê zanîn ku hilmetên leşkeriya neçar li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê berdewam in, û metrsiyeke mezin li cem welatiyan peyda kiriye.
Jêder: Hevbendî