Firokên dijminkarên Rûsî êrîşên xwe li ser bajarê Helebê û Gundewarê wê zêde kirine. Di heman çaxê ko Şoreşgeran şerê xwe berdewam dikin dako dorpêçê ji ser kesên hatine dorpêçkirin di taxên rojhilat de li bajêr di şerekî bi navê “Dastana Helebê ya mezin” rakin.
Çalakvanan anîn ziman ko firokên dijminkarên Rûs doh bêtir ji 100 êrîşî dane ser bajarê Endan û Hirêtan û Beldat Meara Elertêq û Kefer Hemra û Muxeyem Hindirat û Herêma Eliwêce.
Birêveberiya Ewqafê Helebê ragihand ko nimîja înê li taxên Helebê yên rizgarbûyî bila tune be da jiyana sivîlan nekeve metirsiyê bi sedema ko firokên Esed û Rûsya êrîşan dikin.
Şêx Mihemed Elmaz Birêveberê Ewqafa Heleba rizgarkirî daxwaz kir ko tu kes ji malên xwe dernekevin ji bo nimêja înê û ji wan xwest ko li malê xwe nimîj bikin, çimkî tirs heye ko Mizgeftan di heman çaxî de amanc bikin.
Êrîşên hevbeş yên Rûsî li çend herêmên Helebê doh bi mûşekên valahî û perwaneyan bi bermîlên teqîner bi dehan sivîl ji nav wan zarok û jin kuştin û birîndar kirin. Herêmên ketin ber êrîşan Gundê Iwêcil û Gundê Mearat Eletarib li Gundewarê Helebê hem jî çend taxên Helebê yên dorpêçkirî bombebaran kirin.
Jêder: Hevebndî