Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, girtina ser herdû ofîsên Partiya Demoqrat a Kurdistan- Sûriya û ya Partiya Yekîtî Ya Kurd Li Sûriyê ji aliyê hin endamên PYD bi navê malbatên şehîdan di bin parastina çekdarên PYD de li taxa rojhilat ya bajarê Qamişlo û girtina herdû ofîsan şermezar dike.
Encuman di daxuyaniyeke xwe ya ji Emîndariya Giştî derketibû got ku armanca PYD ji van kiryarên tirsbelavkirinê ew e, têkbirina aramiyê û serkutkirina çalakiyên siyasî yên Encumana niştimanî ya kurd , yê ku nûnertiya pirojeyê netewa kurdî li sûriyê dike, û ji bo veşartina têkçûna xwe ya di warê siyasî û rêvebirinê de.
Û encumnan tekez kir ku ew berdewam e di xebata xwe ya siyasî de, û hovîtiya desthilata ku kar pê hatiye sipatin, nikare wî ji xebata wî ya di ber kêşeya rewa ya gelê kurd li Sûriyê de vekişîne, û bang da hêzên kurdistanî û navdewletî, ku hemî karên ji wan tên bikin, ji bo danîna sînorekî ji siyasetên PYD re, yên dijî demoqrasiyê û mafê mirovan .
Û tê gotin ku bidehan ji endamên PYD bi navê Malbatên Şehîdan, û pirên wan jin û zarok bûn, û bihevkarî û parastina çekdarên PYD, doh roja 11/8/2016 êvarî, girtin ser ofîsên Partiya Demoqrat Ya Kurdistan-Sûrya û partiya Yekîtî Ya Kurd li Siyê, li taxa rojhilat li bajarê Qamişlo, û gotina gotinên riswakirin û xayinkirinê û tometên çêkirî dijî Encumana Niştimanî Ya Kurd û serokê herêma Kurdistana Îraqê, û danîna gotinên çewt li ser dîwaran , û paş re ala Kurdî peya kirin û herdû Ofîs girtin, piştî wan û endamên herdû partiyan yên di ofîsê de dengên xwe li hev bilind kirin.
Jêder: Hevbendî