Çend Pijîşkên Sûriyê yên ko li Taxên Helebê mane, nameyek ji serokê Amerîka Barak Obama re şandin, têde bijardeyên pir dijwar şirove kirin, ko çawa dê birîndarekî li şûna birîndarekî dî rizgar bikin, ji ber ku Rûsya û Rêjîma Esed bargeh û navendên pijîşkî bi şêweyekî rêbazkirî armanc dikin.
15 pijîşkan name îmze kirine û ji Obama re şandine, ji hejmara 35 pizîşkan ku tevaya hejmara pizîşkên ko hêj li taxên rojhilat yên rizgarkirî li Helebê mane. Di nameyê de Waşinton tawanbar kirine ko bi “çi bizavê ji bo rakirina dorpêçê ranebûye, û hewil jî neda ku sivîlan bi karîna xwe biparêze.”
Herwiha, berya du rojan hin karmendên ko di warê pijişkî de kar dikin, di hevpeyvînekê de li ser enternêtê bi Wezîrê Tenduristiyê Fîras El-Cindî re ko di Hikûmeta Sûriyê ya Demkî de ye û li gel hin endamên Hevbendiyê, diyar kirin ko Rûsya û rêjîma Esed 36 baregehên pijişkî di dema 40 rojan de kirine armanc, tevî derçûna biyara Encumena Ewlekariyê ya hejmara 2285 di 3ê Gulana borî de, ko têde kiryarên tundûtûjiyê û êrîşên li dijî birîndar û karmendên pijişkî bi tundî şermezar kirine.
Wan pijîşkan di nameya xwe de gotibûn:”Em ne bi hewceyî barandina hêsiran û hevxemî û nimêjan in, em dixwazin hûn tevbigerin, û tekez bikin ku hûn dostên gelê Sûriyê ne”.
Pijîşkan tekez kirin ku”Heger damareke rasteqîne ji jiyanê re bo Helebê durist nebe, meseleyeke demê ye, dê careke din, rêjîma Esed me dorpêç bike, û birçîbûn çêbibe, û pêdawistiyên nexweşxaneyan bi yekcarî namînin”.
Ebû El-Bera’i ku zirnavê yek ji pijîşkên li helebê ye, û li ser nameyê îmze kiriye, ji ajansa France-Presse re behsa rewşa kar ya zehmet ku rojane rastî wan tê kir.
Û got: “Zarok û birîndar di nav destên me de dimirin, bêyî ko em bikaribin tiştekî ji wan re bikin”, lêzêde kir ko“Me birînên mezin dîtin, ko bi hewceyî hin amrazan bûn, û li cem me nebûn, û em nikarin wan dabîn jî bikin, ji ber vê yekê nexweşan jiyana xwe jidest didan“.
Û di nameya wan de ji bo serokê Amerîka, wan pijîşkan anî ziman ko tişta gelekî me dêşîne, ew e ko em neçar dibin hilbijêrin bê kî wê bijî yan bimre”.
Û lêzêde kirin “car caran zarokên biçûk ji me re tînin odeyên rewşa lezgîn, ko bi giranî birîndar bûne, lê li ser me ferz dibe, em kesê ku derfeta jiyana wî pirtir e derman bikin”.
Tevî xebata pir, pijîşk rojane rastî metirsiyan tên, bi taybet gelek caran dema ku nexweşxane rastî topbaranê tên.
Û di nameya xwe ya diltezîn de pijîşkên taxên rojhilat gotin:”Bi dirêjahiya 5 salan, me rojane rûbirûbûna mirina ku ji asîman dihat dikir, lê niha em rûbirûbûna mirinê ji her aliyekî de dikin”.
Û li gor Rêkxistina Tenduristiya Cîhanî, sala derbasbûyî, Sûriya welatê herî metirsîdar bû ji karmendên pijişkî re, ku 135 êrîş li ser baregeh û taximên pijişkî hatin tomarkirin.
Jêder: Hevbendî+ Hin Ajans