Çalakvanên Helebê gotin ku îro roja înê, bajarê Hirêtan ji aliyê firokên Rûsiya bi kilora jehrîn hat bombebarankirin, bê hebûna ziyanan, ku paşî yekser ji aliyê hêzên Esed ve bi mûşekên deng hat bombebarankirin û têde 11 sivîl hatin şehîdkirin û hin sivîl hatin birîndarkirin.
Fedil Ebdulxenî, rêveberê Tora Sûrî ya mafên mirov tekez kir, ku dadwerên torê “tekez kirine ku taxa Elzibdiyê li Helebê bi bermîleka teqîner ya xaza jehrê ji aliyê hilîkopterên rêjîma Esed şeva duhî hatibû armanckirin”.
Û sê sivîl çarşembê êvarî hatibûn şehîdkirin û derdora 20ên din rastî bihnçikînê hatibûn, ji encama gaza kilorê ji hilîkopterên rêjîmê li ser taxa Elzibdiyê li Helebê.
Rojnameya “Elşerq Elewset” got ku jêderekî pizîşkî jêre gotiye: “Hilîkoptereka rêjîmê li şeva çarşemê, bermîleka teqîner ya gaza kilorê avêtiye bi ser taxa Elzibdiyê de li Helebê û têde zarokek û jin û ciwanek hatine kuştin, ji ber hilmkişandina gazê”, û bal kişand ku ew gaz gaza kilorê ye”.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz ji encûmena ewlekariya navdewletî kiribû ku bi erkên xwe rabe li hember dubare-bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê rêjîma Esed ve, hevdem cext li ser giringiya standina rêşûnên bilez di bin benda heftan de ya rêkeftinnameya NY kir, ji bona parastina gelê Sûriyê.
Hevbendiyê tekez kir ku her derengiyek di standina helwestek vebir û yekalî de wê dergehan li pêş encamdana kuştarên zêdetir li dijî sivîlan veke.
Hêjayê gotinê ye ku Stîven Dîmestora, şanderê NY yê bo karubarê Sûriyê, tekez kiribû ku “hin belge hene li ser bikaranîna gaza kilorê li Helebê, û wê tawaneka şer be eger bikaranîna wê bête selmandin”.
Jêder: Hevbendî + Elşerq Elewset