Rêjîma Esed û hevalbendên wî doh Bargehên Berevaniya Sivîl li çend Herêman amanc kirin, di encamê de qehremanê xwebexş Xalid Omer Hoh şehîd ket û çend xwebexşên din birîndar bûn.
Peymangeha “Nobil”, Berevaniya Sivîl ya Sûrî ya azad, kiriye berbijêra xelata Nobila aştiyê ya îsal, çimkî wan li dora 50hezar kes ji bin wêraniya bi sedema bombebarankirina herêmên rizgarkirî ji destpêka damezirandina Rêkxistinê heta îro rizgar kirine.
Berevaniya Sivîl ragihand ko Birêveberê Navenda Elensarî Necîb Faxûrî û kesên xwebexş: Mehmûd Fadil Elelî û Ehmed Faxûrî gava sivîl ji bin wêraniyê rizgar dikirin, derb li wan ketine.
Her wiha sê xwebexşên Berevaniya Sivîl jî birîndar bûne ew jî : Hazim Selîba, Ehmed Elwanî û Ramî Dendel, dema Birîndar di êrîşekê de li ser bajarê Seraqib li Gundewarê Idlib rizgar dikirin hatin amanckirin, û 8 kesên din bi wan re derb li wan ketine.
Tê zanîn ko Rêkxistina Berevaniya Sivîl ya Sûrî (Xwedanên xûzeyên Spî) sala 2013an ji bo alîkariya kesên ko ziyan di encama bombebarana asmanî li wan bûye, hatiye damezirandin. Hejmara xwebexşên Rêkxistinê gihaye 2890, di 119 Navendan de kar dikin.
Jêder: Hevbendî