Duhî li bajarê Dareya li gundewarê Şamê, endamekî bergiriya sivîl hat kuştin li ser destê hêzên Esed, di dema birîndar vediguhestin bo xaleka pizîşkî.
Mehmûd Adem, berdevkê fermî yê bergiriya sivîl li gundewarê Şamê got ku “Menar Ebû Mihemed” bi guleyeka sekvanên rêjîmê yên li ser avahiyên bilind li derdora bajêr hat kuştin di dema bi erkê xwe yê mirovî radibû, bi veguhestina birîndarên bi sedema bombebarankirina bajêr bi bermîlên teqîner ketibûn.
Hêjayê gotinê ye ev endamê diwemîn e yê bergiriya sivîl ê di vê heyvê de tê şehîdkirin, ku endamekî din di 11’ê tebaxê de bi navê Xalid Omer Hoh hatibû şehîdkirin û hinên din hatibûn birîndarkirin di êrîşên rêjîma Esed û hevalbendên wê de li ser baregehên bergiriya sivîl.
Ku saziya navhatî ji aliyê peymangeha “Nobil” ya bergiriya sivîl ya Sûriya azad hatibû berbijarkirin, bo wergirtina xelata Nobil a aştiyê ya îsal, ji ber ku bergiriya sivîl her ji roja damezrandina xwe û heta îro bi rizgarkirina nêzîkî 50 hezar kesî rabûye, ji bin kavil û wêraniyên bi sedema bombebarankirina navçeyên rizgarkirî.
Li aliyek din, ku hêjî oparesyona leşkerî ya rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser Dareya berdewam e, û têde çekên qedexekirî tên bikaranîn û bi taybetî bombeyên napalim yên şewitandinê û yên fosforî û yên weşîdar, herwiha ku take nexweşxaneya meydanî li bajêr bi sê bermîlên teqîner hatibû bombebarankirin û di encamê de û ji ber ziyanên mezin yên lê bûn ji kar derket.
Ji aliyê xwe ve, encûmena xwecihî ya bajarê Dareya di daxuyaniyekê de daxwaz ji aliyên navdewletî kiribû ji bona rawestandina oparisyonên leşkerî û hemû coreyên bombebarankirinan, herwiha cext li ser giringiya derbaskirina bilez ji alîkariyên mirovî re kiribû û bi taybetî xwarin û derman, û daxwaza derbaskirina tîmeka lêkolîna navdewletî kiribû ji bona rawestana li ser bikaranîna napalima şewtandinê ji aliyê rêjîmê ve.
Jêder: Hevbendî + Wekalat