Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ku Wêneyê Omranê zarok, yê ko ew ji bin wêraniyan derêxistin, ji encama êrîşên tên texmîn kirin Rûsî ne, ji bo civaka navdewletî veciniqînek bû. Û tekez kir ko giring e Encûmena Ewlekariyê pêrabûnên tund bike da sivîlav biparêzin.
Alavên ragihandinê û yên danûstandina civakî vîdoya Zarok Omran belav kirin, yê ko tîmên berevaniya sivîl ew li taxa Elqatirçî li Helebê ji bin wêraniyê rizgar kirin. Wêne rewşa Omran ko behetî ye di turumbêla Ambûlansê de derxistiye û di pey re herdu zarokên din jî tevli wî dibin.
Çalakvan texmîn dikin ko firokên Rûsî şeva çarşemba buhûrî taxa Qatirçî bombebaran kirin, di encamê de hejmarek avahî wêran bûn û hejmarek kes şehîd û birîndar ketine, ji nav wan jî avahiya ko Omran û malbata xwe tê de bûn.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Ûsama Tilco di hevpeyivîneke taybet de got: tiştê hat serê Omran ew e ko ev pênc sal tê serê zarokên Sûriyê ji encama kirdeyên tolhildanê ko Rêjîma Esed û hevalbendên wî di derheqê sivîlan de dikin. Destnîşan kir ko ew kirde bi amanca sizakirineke komelî ye û hewldaneke ji bo ko Şoreşa Gelê Sûrî vemirînin, yê ko ji bo azadî û rûmeta xwe rabûye.
Tilco daxwaz li Netewên Yekbûyî kir ko tawankar Esed û Berpirsiyarên mirina 400 hezar kesan li Sûriyê û derbiderbûna 13 milyonan siza bike. Hem jî tekezî li ser daxwaza miletê Sûrî di bidestxistina azadî û rûmetê de kir. hem hemû hewldanên biserxistina Serokê Sûriyê û simbolên rêjîma wî red kirin.
Rêjîma Esed û hevalbendên wî di pêkanîna Operasiyonên leşkerî li dijî sivîlan û bargehên bijîşkî û yên xizmetkariyê li xaka rizgarkirî berdewam in. û bi taybetî li Helebê, Idlib, Dareya û Gundewarê Şamê, û bû sedema ko 400 sivîl di hefteyekê de şehîd bikevin, Hevbendî dibîne ko serkeftinên Şoreşgeran Rêjîm kir rewşeke hêstirya û kuştar bi komelî kirin.
Wênevan Mihemed Rislan Ebû Şêx yê ko li cihê bûyera zarokê rizgarbûyî Omran bû, got ko karkerên rizgarkirina sivîlan û karmendên hawarhatinê gava Omran sax digel malbata wî ko şeş kes bûn derxistin kêf kirin.
Ji Royterz re gotin: Omran behetî mabû û ta radeya ku nedigiriya, û wî hişt em bigirîn lê ew bêdeng bû, li me temaşe dikir.
Jêder: Hevbendî+Acans