ENKS’ê bi tundî bombebarankirina sivîlên bajarê Hesekê bi firok û çekên giran şermezar kir, û daxwaza rawestandina bilez ya şer ji hemû aliyan kir.
Îro û di daxuyaniyekê de, ENKS’ê daxwza xwerageriyê ji gelê kurd kir, herwiha neberdana cih û warê xwe heta karibin, û valanekirina navçeyên kurdan, herwiha daxwaza yekrêziyê kir.
ENKS’ê tekezî li ser derbasbûna hêza pêşmergeyên Roj kir, piştî hemahengî û têgihiştin bête kirin digel hemû aliyên pêwendîdar, ji bona bergiriyê bike di ber hemû pêkhateyên navçeyê ji kurd û Ereb û kildoaşûrên Siryan, li dijî hêzên tarîxwaz û terorîst, û herwiha ji bona bidawîkirina zilma rêjîma Esed ya kevin û nû li dijî gelê kurd.
Herwiha ENKS’ê bang li civaka navdewletî kir ji bona rawestandina şer û bombebarankirina sivîlan.
Hêjayê gotinê ku ev heyamê 48 demjimêra ye, bajarê Hesekê bi firok û topxaneyên rêjîma stemkar tê bombebarankirin û ev yek bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi dehên sivîlan û koçbarkirina bi kom ya xelkê kurd.
Jêder: Hevbendî