Îro roja Înê 19 tebaxê, şandeya Encumana Niştimanî Ya kurd ku ji serokê Encuman Birahîm Biro û mistefa Sîno û Xalid Elî Pêk dihat, bi cîgirê qunsulê Almanî Kirîstofer Folker re Civiya.
Di destpêka hevpeyvînê de birêz Kirîstofer daxwaza zelalkirinekê derbarê pêşhatên vê dawiyê li deverên Kurdî kir, û bi taybetî mijara sergûnkirina serokê Encumana Niştimanî û girtina kadroyên Encumanê ji hêla PYD ve, û mixabiniya xwa derbarê van riftaran anî ziman, û piştgiriya xwe ji helwesta Encumana Niştimanî kurdî re diyar kir, û herdû aliyan behsa rewşa bajarê Hesekê û pêvajoya çareseriya Siyasî bi giştî kir.
Û ji hêla xwe ve, şandeya Encuman spasiya wezareta karûbarê derve ya Almanî kir li ser piştgiriya wê ji ofîsa Encumana Niştimanî re li Cinêvê, û sponseriya wê ji workşopa ku li Cinêvê çêbibû re ji bo şêweyê dewleta Sûrî ya bê.
Jêder: Hevbendî