Serokê Partiya Hêzên Libnanî Semîr Ce’hce’h dubare ji desthilata Libnanî xwest ku daxwaza radestkirina herdu Efserên destê wan di teqîna Terabilisê de heye ji Rêjîma Esed bike, ew teqîna nimêjkerên mizgefta Elteqwa û Elselam kirin amanc, di encamê de lidora 50 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar bûn.
Ce’hce’h di daxuyaniyekê de doh got: “şerm e ko desthilata Libnanî beraber evê kirdeya tiroristî nelive, bi kêmanî gerek desthilat yekser dozê li Rêjîma Esed bike ko herdu Efserên Ewlekariya Sûriyê yên ko plan û çavdêriya teqînan kirine radest bike, ewên ko navê wan di biryara gumanê de hatiye, piştî ko vekolînên belgehkirî yên sê salan berdewam kirin”
Ce’ce’ tekez kir ko ew tawankarî “ne normal e, lê belê karekî tiroristî ye, û bêtir ji 50 kesên nimêjker û bêguneh bûne qurbanî û bi sedan birîndar bûne.”
Ce’hce’h daxwaz kir ko desthilata Libnanî berde balyozê Rêjîma Esed, û balyozê Libnanî ji Şamê bikêşîne, û di pey re libal Encûmena Ewlekariyê li gora yasayên heyî li Beşar Elesed gilih bike, eger Rêjîm radestkirina Efseran red bike.
Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Uqab Yihya di gotineke xwe de doh got ko Rêjîma Esed berê jî ezmûneyên wê di armanckirina sivîlan de hene, hem jî piştgiriya komekên berpirsiyarên teqînan dike. Bal kêşand ser ser rûdana binav û deng ya Wezîrê Libnanî Mîşêl Simaha yê ko bidest hate girtin û gelek teqemenî di Turumbêla wî de hebûn, û ew kar bi fermana Rêjîma Esed û Elî Memlûk bi xwe bû.
Yihya bêtir got: “ev in ê ko hatine diyarkirin, hêj yên veşirtî bi gelekî mezintir in.
Û doh li dora 50 kesan di zincîreke teqînan de li Şamê, Tertûs, Hums û Hesekê jiyan xwe jidest dane, Rêkxistina DAIŞa tirorist ev teqîn kirine sikura xwe, beraber jî hin Rikberên Sûrî Rêjîma Esed tawanbar kirin ko ew li pişt ewan Operasiyonan in, bi amanca xwe diyar bike ko ew çaktirîn berdêl e.
Jêder: Hevbendî+Acans