Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, îro çarçova cêbicêkirina piroseya siyasî li Londonê paytexa Birêtaniya û bi amadebûna Enes Ele’bide serokê Hevbendiya Niştimanî û wezîrên derve yên dostên gelê Sûriyê ragihand.
Îro roja çarşemê, Hicab ev çarçove li pêş peymangeha navdewletî ya lêkolînên stratîjîk pêşkêş kir, û got ku ev “lênêrîn lênêrînek dînamîkî ye û dibe bête guhertin”, û got: Em “dixwazin xelkê Sûriyê ji vê qonaxê bibin ber bi qonaxeke din, û têde dad û azadî û mafên mirovan di jiyanê de bê misogerkirin”, û hêvî li ser îradeyek rasteqîn ji civaka navdewletî girêdan, ji bo neçarkirina rêjîmê û hevalbendên wê li ser pabendbûna bi biryarên navdewletî.
Li aliyek din, duhî serokê Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku çarçova cêbicêkirinê “wê rêyeke diyar ji veguhestina siyasî re li Sûriyê pêşkêş bike, û nabe çi kesê çareseriyek siyasî ya dadperwer dixwaze wê red bike”, û got: “Em pêgir û pabend in bi piransîpên şoreşa Sûriyê, û em li ser binyatên van piransîpan rêyeke çareseriyê ya diyar pêşkêş dikin”.
Ev çarçov ji sê pêgavan pêk tê, ji bona cêbicêkirina veguhestina siyasî di heyamê du salan de, û têde Sûriya ber bi sîstema hikumraniyeke nû biçe, ligor herdu biryarên 2118 û 2254.
Û çarçova cêbicêkirinê ji qonaxa danustandinê ya dema wê şeş heyv in destpê dike, û li ser binyata deranîna karnameyekê ligor bersivdana tekesta daxuyaniya Jinêv 2118 û biryara 2254 destpê dike, û têde herdu alî pabend bin bi agirbesteka demkî, û di vê qonaxê de binyatên piroseya cêbicêkirina biryarên encûmena asayîşê bên danîn, hevdem ligel cêbicêkirina birgên mirovî (12 -13-14) yên biryara 2254 bilez û bêmerc, bi rawestandina bombebarankirinê û rakirina dorpêçkirinê û gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê dorpêçkirî û serbestberdana girtiyan.
Di vê qonaxê de eger rêjîm ma berdewam li ser paşxistina wê, wê mîkanîzmên nû ji NY bên xwestin ji bona cêbicêkirina birgên mirovî, tevî peyadekirina gerantiyên pêwîst ji bona serxistina piroseya danustandinan.
Di qonaxa duwê de ya ku wê 18 heyvan dirêj bike, ya yekser wê bi lihevkirina herdu aliyên danustandinê li ser xalên serekî yên piroseya veguhêz dest pê bike, herwiha di vê qonaxê de dibe emzekirin li ser rêkeftinekê bibe ji bona xistina vê qonaxê di çarçoveke destûrî yê giştgîr de, û agirbesteka sertaserî û dirustkirina desteyeka hikumraniya veguhêz bi xwe ve bigire, û têde pêwîst e Bişar Esed û her kesê tawan li Sûriyê pêk anîne bar bikin, herwiha di vê qonaxê de wê kar ji bo dariştina destûreke nû bo welat bibe.
Û desteya hikumraniya veguhêz û ligor lênêrîna opozisyona Sûriyê, tevaya desthilatên cêbicêkirinê bi xwe ve digire, û di nav de ragihandina destûreka demkî ji qonaxa veguhêz re, û dirustkirina hikûmeta bi rêvebirina karûbaran, û dirustkirina encûmeneka leşkerî ya hevbeş, û dadgeheka destûrî ya bilind, û desteya avadankirinê, û desteya aştiya niştumanî, û girêdana kongirekî niştimanî yê giştgîr, û dubare-avakirina kertê dezgeha ewlekariyê, û serpirştiya karubarên navxweyî û damezrandina sîstema rêveberiya xwecihî li ser binyatê nenavendiyê, û gerantîkirina berdewamiya karên dezgeh û wezaret û dezgehên xizmetgozarî û giştî di dewletê de, tevî dijberiya terorê û jinavbirina wê û kar ji bo derxistina hemû hêzên biyanî ji Sûriyê.
Herwiha di vê qonaxê de wê kar bibe ji bo damezrandina sîstemek siyasî nû li ser komeka piransîpên serekî û bi taybetî: serwerî û serxwebûna Sûriya û parastina xaka wê, herwiha ku Sûriya dewletek firehizbî be li ser binyatên azadî û demokrasiyê, û desthilata yasa û mafên mirovan û dad û lêpirsînê, û li ser binyatê ku doza kurdî dozek niştimanî ye, û kar bibe ji bo misogerkirina mafên kurdan yên netewî û ziman û rewşenbîrî di destûra welat de, herwiha li ser destpêkirina diyalogek niştimanî ya giştgîr ku hemû aliyan bi xwe ve bigire.
Qonaxa siyan û ya dawiyê, wê destpê bike bi cêbicêkirina encamên diyaloka niştimanî û hûrbînkirina destûrê û encamdana helbijartinên parlemantoyê û yên xwecihî û serokatiyê bi çavdêriya NY û bi piştgiriya wê ya pisporî.
Jêder: Hevbendî