Piştî ku Selah Yûnis endamê serkirde di PDK-S de ku ji Hezêrana/2016 ve ji hêla çekdarên PYD ve hatibû girtin, kirîzek di zindanê de derbes kir, di wê kirîzê de çavê xwe yê çepê winda kir, duh sêşemê 6 êlûnê serbest hate berdan bi mercê ku xaniyê xwe bike giraw ji wan re.
Di daxuyaniyeke taybet de bo malpera me Yûnis got ku ez di zindana Çirkînê de bûm, û 4 caran hatim dadgehkirin bi behaneya ku em Kurdistana Sûrî ji xortan vala dikin , û şanikên razayî ava dikin û endamên çekdar yê PYD direvînin Kurdistana Iraqê, û çalakiyên ku ENKS pê radibe mîna mangirtin û xwepîşandanan nakeve berjewendiya rêveberiya xweser ya bi ser PYD ve .
Û sebaret rewşa jiyanê di zindanê de Yûnis got ku ez zindanên wan mîna şaxê Filestîn dibînim, û min kirîz li wir roja şemiyê 3 vê heyvê derbas kir, lê ez nehatim veguhestin nexweşxaneyekê yan cem dektorekî, û ez hatim berdan bi mercê ku ez mala xwe bikin giraw ji wan re, û eger ez pabendî vexwendinên xwe yên dadgehê nebim wê mala min ji min bistînin.
Yûnis da nîşandan ku gelek girtiyên siyasî û çalakvan bi min re hebûn, lê ev nabe sedem ku em dest ji karê siyasî û aştiyane berdin.
Di dawiya axaftina xwe de Yûnis bal kişand ser nezaniya rêvebir û dadwerên PYD ku ziyanê dighîne deverê û milet.
Jêder: Hevbendî