Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê Giştî Yê Hevbendiyê: Rûsya Piştgiriya Tiroristiyê Dike Û Emerîka Sozên Xwe Bicih Nayine

September 8, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Emîndarê Giştî Yê Hevbendiyê: Rûsya Piştgiriya Tiroristiyê Dike Û Emerîka Sozên Xwe Bicih Nayine

Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdililah Fehed, diyar kir ko Rûsya mezintirîn dewleta piştgiriya Tiroristiyê dike, û Emerîka sozan dide û sozên xwe bicih nayine.

Di hevdîtinekê digel Rojnameya “Yutarî Lîst” ya Okranî Fehed destnîşan kir ku Mosko alîkariya Rêjîma Esed bi hemû karîn û pisporên xwe yên leşkerî û nûjentirîn firokên cengê ko hejmara wan gihaye 90 firokî û bi nûjentirîn mûşekên qedexe barkirîne dike. Bêtir got: “li vir em dikarin bibêjin Rûsya bêtirîn dewlet e ko alîkariya tiroristiyê dike.”

Fehed diyar kir ko rola Emerîkî ji destpêka Şoreşê ve ne zelal e û tê guhertin, û got “Emerîka gelek soz bi Opozisyona Sûrî û Artêşa azad re dan, lê mixabin sozên xwe pêk neanîn, Emerîka îro digel te ye lê sibe dijî te ye ”.

Û diyar kir ko çareserî di destê Emerîka û Rûsya de ye, û ew li ser evê mijarê di nakokiyan de ne, heryek li gora berjewendiyên xwe, û bal kêşand ser ko miletê Sûrî û wêraniya Welat ne xem e ji wan re.

Ji bo bêçaretiya civaka navdewletî ko nikare dorpêçê ji bajar û bajarokên dorpêçkirî rake, û nikare alîkariyan bo mirovên dorpêçkirî derbas bike. Niştecih bi sedema birçîbûnê, tîbûnê û kêmbûna derman dimirin.

Fehed spasiya Tirkiyê kir li ser alîkariya ko ji Artêşa azad re pêşkêş dike ji bo berde Rêkxistinên tirorist. û got ku ji mafê Tirkiyê ye ewlekariya xwe û milet û xaka xwe biparêze, bi taybetî sînorê xwe yê bi Sûriyê re, ko di gelek cihan de Partiya Karkerên Kurdistanê ya tirorist tê de ye û çendîn êrîşên xwekujînê li dijî miletê Tirkî li hindirê xaka Tirkiyê pêk anîne. Gotina xwe berdewam kir û got “em dixwazin di parastina sînor de şirîk bin û em ê ji bo ewlekarî û aramiya sînor kar bikin da em nehêlin tirorist ji hundir an derve biçin û bên.”

Bal kêşand ser ko serkirdeyên Hevbendiyê çendîn car bi siyasetmedarên Rûs re civiyane û herdem digotin emê piştgiriya Beşar Elesed û Rêjîma wî bikin, û bi pirsiyan got, êdî em ê çi hêviyê ji Rûsya bikin?

Emîndarê Giştî berdewam kir û got: “çi arîşa me digel pêkhatiya Elewî di Sûriyê de nîn e, em bi wan re bêyî Rêjîma Esed dicivin, lê gava Rêjîm dibihîze yekser ewan digire û wan tune dike. Arîşeya me bi Beşar Elesed û malbata wî re ye, ya ko bi dare zorê welat kontrol dike ko ev 50 sal tirs xistiye nav miletê Sûrî de.

Di dûmahiya hevdîtinê de tekez kir ko Hevbendiya Niştimnî dixwaze Sûriya ji hemû Sûriyan re be û ji bo pêkanîna Aştî, Dîmuqratî û Azadiyê û avakirina dewleteke Hevwelatîbûnê û dana mafê herkesî kar dike.

Û tekez kir ko hebûna Esed di qonaxa veguhêz de tune ye, û ne jî di paşeroja Sûriyê de. Û got ko Esed Tawankarê Cengê ye, zarok û Jin û Kal kuştine û nîvê miletê Sûrî koçber kiriye, her wiha ew fakterê serekî ji belavbûna tiroristiyê li Ewropa û Cîhanê re ye.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Komîta Yasayî: Vekolînên Dadgehên Libnanê Terora Esed Ya Bêsînor Tekez Kirin Û Pêwîst e Netewên Yekgirtî Wî Ji Civaka Navdewletî Veqetîne

Komîta Yasayî: Vekolînên Dadgehên Libnanê Terora Esed Ya Bêsînor Tekez Kirin Û Pêwîst e Netewên Yekgirtî Wî Ji Civaka Navdewletî Veqetîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.