Komîta yasayî ya Hevbendiya Niştumanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaza vekirina doseyeka lêpirsînê ji NY kir, li ser hemû karên tawankarî yên li ser destê rêjîma Esed li Sûriyê û li dervê hatine kirin, nemaze piştî hebûna destê rêjîma Esed di teqînên herdu mizgeftên Elselam û Elteqewa de berî sê salan li Tarblisê di lêkolînên li Libnanê de hat tekezkirin.
Îro, komîta yasayî di daxuyaniyekê de, daxwaza birrîna peywendiyên navdewletî bi rêjîma Esed re ji NY kir, û herwiha daxwaza qewtandina Bişar Elce’fwrî balyozê rêjîmê li NY kir, û daxwaza xistina fişaran li ser encûmena asayîşa navdewletî kir, ji bona raguhestina fayîlê encamderên tawanên şer li Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî bo encamder bigihin sizayên xwe yên dadane.
Herwiha komîta yasayî tawanên rêjîmê şermezar kirin, û bal kişand li ser zîncîra kiryarên terorkirinê û êrîşên rêjîma Esed yên terorîstî, û di pîşiyê de terorkirina serokwezîrê pêştir yê Libnanê Refîq Elherîrî, û serkirdeyê libnanî Kemal Cinbilat û rojnamevan Selîm Ellozî, û gelek kesayetiyên din.
Herwiha daxwaz ji rêxistinên mafên mirov kir ji bo dûvçûn û dîkomîntkirina terora vê desthilatê ya navê”deshilata jirêçûyî li Sûriyê” lê kir, û daxwaza dûvçûn û belgekirina tawanên endamên xêzana Esed kir, yên tawanbar di pêkanîna tawanên navdewletî yên sînorbirr de, û herwiha ji bo tawanên wan yên li dijî gelê Sûriyê, û di serî de tawanên Hafiz Esed û birayê wî Rif’et Esed, yê gunehbar di pêkanîna qesabxaneya Hema di sala 1982 an de, tevî Bişar Esed û birayê wî Mahir yên tawanbar bi pêkanîna tawanên şer û yên dijmirov di derheqê miletê Sûriyê de
Komîta yasayî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku terora Esed sînorbirr e, û armanca wî jê vêxistina agirekî ye li navçeyê û Cîhanê, bi riya kiryarên terorîstî, ji bona têkbirina seqamgeriya navçeyê û cîhanê, da çavan ji tawanên li dijî sivîlan dike biguhere.
Hêjayê gotinê ye ku dadwera Libnanî Ala Elxetîb biryareka tuhmetbarkirinê radestî wezîrê dadê Eşref Rîfî kiribû, têde hebûna destê hewalgeriya Esed di teqînên herdu mizgeftên Elselam û Elteqewa de tekez kiribû, ya ku berî sê salan li Terablosê hatibûn pêkanîn û têde derdora 55 şehîdî û bi dehên birîndaran ketibûn.
Jêder: Hevbendî