Komîta Hecê ya bilind ya bi ser Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê ve, amadekariyên xwe, berî ku Hecacên Sûrî heca xwe ya îsal bikin, bi dawî kirin.
Û serokê şandeya Sûriyê bo hecê, emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî, Abdulilah Alfehed, li ser şandeyên Sûrî geriya, û serokên wan dîtin, û li deverên bicihbûna Hicacan û amadekariyên ji bo hecê nerî.
Û Fehed da xuyakirin ku xizmetguzariyên ji hecacan re tên kirin baş in, û bal kişand ser ku şandeya pizîşkî bi Hecacan re ye, û guhdanê bi wan dike, û hecacan ti zehmetî ta niha nedîtine.
Û kadroyên Komîta Hecê pêşwaziya tevaya şandên hecacên Sûrî kiriye, yên ku hejmara wan îsal giha 12hezar hecî, û di hemî qonaxên hatina wan ya Bajarê Hecacyan de, rê şanî wan didan, û paşî ew gihandin devera bicihbûna wan heta ku rêweresmên oldarî yên hecê dest pê bikin.
Û balafirên Hecacên Sûrî yên ji Turkiya û Libnan û Urdun û Misrê dihatin gihan Bajarê Hecacan, û Komîta Hecê aliyê bi tenê ye ya ku karê rêxistina belge û kaxezên çûna hecê pê hatiye spartin, û ti aliyê din maf jê re tunye ku vî karî bike tevlî rêjîma Sûrî jî.
Û Komîta Hecê rêkeftinek bi Wezareta Hecê Ya Siûdî re ji bo kirina vî karî emza kiribû, ku ji sala 1434 Koçî de dest pê kiriye, û 4 ofîsên wê li libnan û Misir û Turkiya û Urdunê hatin vekirin.
Jêder: Hevbendî