Erebistana Si’ûdî û Tirkiya li ser lêkhatina lênêrînên xwe yên li ser Sûriyê tekez dikin, û nebûna hîç roleka Esed di qonaxa veguhêz û paşeroja Sûriyê de ew yek ji wan lênêrînên hevbeş e yên di navbera wan de.
Duhî li Enqera û di kongirekî rojnamevanî di navbera Mewlûd Cawîş Oglo wezîrê derve yê Tirkiyê û hevkûfê wî yê Erebistana Si’ûdî Adil Elcibêr de, Oglo li ser lêkhatina lênêrînan di navbera welatê xwe û Erebistana Si’ûdiyê de, û tekezî li ser rewşa herêmê kir û got: “agirbest, û garantiya veguhestina siyasî û seqamgeriyê li Sûriyê û Yemen û Îraqê, hêviyên me yên sereke ne, û em bi hevre kar bikin bo demên tên”.
Oglo bal kişand li ser lêkhatina nêrîna xwe ligel ya hevkûfê xwe yê Si’ûdî li ser ku divê hîç rola Esed di qonaxa veguhêz de tunebe, û diyar kir ku mana kesekî ku bûye sedema kuştina 600 hezar mirovên Sûriyê, tê bi wateya berdewamiya ajawegeriyê li Sûriyê.
Elcibêr, ji aliyê xwe ve, piştgiriya welatê xwe bo oparisyonên serbazî yên artêşa Tirkiya li Cerablisê diyar kir, û got ku “Erebistana Si’ûdî yek ji dewletên pêşiyê bû yên daxwaza avakirina hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina DAÎŞ kirin, û ji dewletên pêşiyê bû yê beşdar bûn têde”.
Elcibêr di kongirê rojnamevanî de amaje bi pêwendiyên kûr yên di navbera Si’ûdiyê û Tirkiya kir, li ser astên hewalgerî û leşkerî û pêguhertina zanyarî û pêzanînan û hemahengiyê, tevî bizavên wan yên ji bona komkirina opozisyona miyanrê ya lîbral ya Sûriyê dibin yek sîberê de.
Li ser vê mijarê got ku “helwesta Si’ûdiyê û Tirkiyê her ji yekemîn roj li ser tişta dibe li Sûriyê negor e û nehatiye guhertin”.
Hêjayê gotinê ye ku desteya bilind ya danustandinan pêr lênêrîna xwe ya Çarçova Cêbicêkirina Çareseriya Siyasî bi amadebûna wezîrên derve yên dewletên dostên gelê Sûriyê pêşkêş kiribû, û têde sê qonax ji çareseriya siyasî re hatine destnîşankirin û daxwaza çûna Esed di qonaxa duwem de kiriye.
Jêder: Hevbendî + Wekalat